'Armanca êrîşên AKP'ê qirkirina çandiye'

09:05

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Têkîldarê êrîşê û operasyonên dewleta Tirkiyê a ku li herêma bakûrê Kurdistanê pêk tîne, Rêvebera Navenda Çand û Huner Bihar Qamişlo diyar kir ku êrîşek qirkirina çandî pêk tîne dewleta Tirkiyê û wiha got, "Bi qîrîna azadiyê berxwedan bilind dibe."

Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê û îlankirina xwerêveberinê li bakûrê Kurdistanê, hikûmeta AKP'ê û artêşa Tirkiyê li qadên xwerêveberiyê êrîşên qirkirinê hember gelê Kurd pêk anî. Di encamê êrîşê qirkirinê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û gelek navçe hatin hilweşandin. Têkîldarê êrîşê hikûmeta AKP'ê yên li bakûrê Kurdistanê Rêvebera Navenda Çand û Huner Bihar Qamişlo nirxandin kir. Bihar destnîşan kir ku armanc ji êrîşan qirkirina çandî pêk anîne û wiha got, "Ligel her cûre êrîş, têkoşîna azadiyê gihêştiye lûtkê. Kes nikare vîna gel bişkîne."

'Têkoşîna azadiyê di lûtkeyê de ye'

Bihar da diyar kir ku armanca AKP'ê ji van êrîşan qirkirina gel û çandê ye û wiha dom kir: "AKP'ê bi rêya talankirin, xerabkirina malan û hilweşandina cihên dîrokî dixwaze çanda gelê kurd tune bike û berxwedaniya wî têk bibe. Wekî tê zanîn ev demeke pir dirêje ku AKP'ê êrîşên herî dijwar li ser gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê dide meşandin, komkujiyan li ser jin, zarok û ciwanan pêk tîne. Tevî hemû êrîşên desthilatdariya AKP'ê hîn jî gel têkoşîna azadiyê di lûtkeyê de dide meşandin û çanda xwe ya ku bi hezarê salan hatiye parastin bi awayekî hêsan jidest nadin."

'Bi qêrîna azadiyê berxwedanê bilind bikin'

Bihar da xuyakirin ku ev êrîş li ser gel û bi taybet li ser jinê pêk tên û wiha pêde çû, "AKP'ê li Bakurê Kurdistanê bi rêya jinê êrîşî nirxên civakê dike, ji ber ku ya herî zêde berxwedanê dide meşandin jin e, dixwazin bi rêya van êrîşan qirkirineke mezin li ser gelê kurd pêk bînin. Lê li beramberî hovîtiya AKP'ê jin bi berxwedanî û têkoşînekî bêhempa serî radike û nirxên gel diparêze. YPS-JIN jî mînaka vê têkoşînê ye ku di çeperên şer ên herî pêş de şer dike. Rola ciwanan jî di nava şoreşa Bakurê Kurdistanê de berbiçav e û bi vîn û îsrareke xurt êrîşên AKP'ê vala derdixînin."

Bihar bilêv kir ku bi êrîşên qirkirinê hikûmeta AKP'ê dê ti encam negre û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo serketina vîna gel em ê heya dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana Bakurê Kurdistanê û bêdengiya heyî bi qêrîna azadiyê hişyar û bilind bikin. Kes nikare vîna gel bişkîne."

(hs/rc)