Bistîn a li hember jiyana bajar serî rakir li gund sewalvaniyê dike
09:07
JINHA
MÊRDÎN - Jina ciwan Bistîn Ekinci ya ku di karê tekstîlê de dixebitî dest ji karê xwe berda û çu gundê xwe dest bi karê sewalvaniyê kir got: "Ez 3 salan di karê tekstilê de xebitim, lê wek jinekê bi min re pêşketin çênebû. Êdî jiyana bajar û karê tekstîlê ez teng dikirim û çiqas diçu ez ji civakê dur dixistim."
Li gundê Batêrê yê Kerborana Mêrdînê jina ciwan a bi navê Bistîn Ekinci (23) ku di tekstîlê de dixebitî dest ji karê xwe berda û berê xwe da jiyana xwezayi ya gund. Bistîn ya ku sê salbûn di tekstîlê de dixebitî li hemberî keda zêde û dahata kêm serî rakir û berê xwe da gundê xwe yê lê hatiye dinê. Bistîn li hemberî pergala deshilatiya mêran a kapîtalist êdî nema karî bisekine û ji nava tekstîlê derket. Bistîn êdî li gundê xwe şivaniyê dike û di dema şivaniyê de jî ji berbihariyên gund pincar kom dike. Bistîn li gundê xwe yê lê jidayîbûye ji bo debara xwe dest bi karê çandinî û sewalvaniyê kiriye. Bistîn diyar kir ku ew êdî nema jiyana bajara qabûl dike û wiha berdewam kir: "Ez 3 salan di karê tekstilê de dixebitim, lê wek jinekê bi min re pêşketin çênebû. Her roj heman tiştbû, gava me dixwest em pêşbikevin, ne tenê karekê gelek karên nava tekstîlê de hînbibin xwediyê tekstilê rê nedida ku em pêşbikevin."
'Jiyan li gund bi xwazeyî xweşe'
Bistin bilêv kir ku êdî ew naxwaze di karê tekstila li Êlihê de bi xebite û wiha pêde çû: "Piştî 3'ê salan, ez gihiştîm jiyana xwezayê û min berê xwe da gund. Ez demeke hatime gund, lê jiyana li vir cûdaye. Car carna ez diçim ber sewalan. Gava ez diçim ber sewalan jî ez pir keyfxweş dibim. Armanca min ya ku min dev ji kar berda hesreta jiyana xwezayê ye. Êdî jiyana bajar ez teng dikirim û çiqas diçû ez ji civakê dur diketim. Min fêmkir jiyana li gund bi xweyî xweşe. Îsal me li gund dest bi çandina pîvaz, îsot, balîcan û çandinê dinê kiriye. Bila êdî em li gundê xwe pêşbikevin, ne li qadên tekstîlan."
Bistîn destnîşan kir ku bi rastî dema jin ji xwe bawerbike dikare di hemu karî de serbilindbe û serî li hember hişmendiya meran netewîne û wiha dom kir: "Sewalvanî û hemû kar weke karên mêran tên dîtin. Ez jî îro sewalvaniyê dikim, diyare jin jî dikare bike. Sewalvanî û hemû karên dinê çawa mêr dikin jin jî dikarin bikin. Jin di hemu karî de serkeftiye û xwedî hêze, ji ber hemû karî bi heskirin dike. Di biharê de min li nav baxçeyan destbikar kir. Ez bi karê xwe ser bilindim. Jin bila êdî zanibe rola wan çiye û we hişmendiya ku ser civakê hatiyê ava kirin hilweşine. Civak fêrî hişmendiya, 'ji jinan re şerme' bûye, na divê êdî jin vê hişmendiya civakê bide guhertin û bi xwe bawer kar bike. "
(dt/zt)