Li Kobanê perwerda zimanê kurdî temen nasnake
09:08
Zahîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Xwesteka fêrbûna zimanê Kurdî pêl bi pêl berfireh dibe û ji her temenî welatî dikevin kursên ziman. Yek ji jinên pêşengiyê ji fêrbûna ziman re dike Zergê Mîlêk got: "Zimanê me hebûn û nasnama meye, ji bo wê jî divê em li gel hemû karê xwe jî dem ji bo hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe veqetînin."
Kursên zimanê Kurdî bi elaqeyeke mezin berdewam dikin û ji her qada civakî welatî beşdar dibin. Di Akademiya Viyan Amara de perwerda ziman tê dayîn. Di perwerdeyên ziman de herî zêde jin û ciwan tên dîtin. Di nava xwendekarên zimanê kurdî de jina bi navê Zergê Mîlêk ya 40 salî bi xwestek û heskirinek mezin tevlî waneyên ziman dibe. Zergê Mîlêk dayîka 5 zarokan e, li gel xwedîkirina zarokan dem ji bo fêrbûna ziman vediqetîne. Zergê ya ji gundê Til Xezalê ya Kantona Kobanê, di Peymangeha Viyan Amara de tevlî waneyên zimanê Kurdî dibe.
'Zimanê min hebûn û nasnameya mine'
Zergê her roj piştî dawîbûna kursê, berê xwe dide kareke din, ji ber rewşa aborî ya herêmê, ew jî cotkariyê dike. Lewma her ku ji kursê derdikeve diçe nav baxçe û bi hevserê xwe re kar dike. Êvarê jî dema diçe malê, spartekê xwe çêdike û tiştên fêr bûye jî ji zarokên xwe re dibêje. Zergê bang li hemû jinan kir ku ruxmî hemû karên giran ên malê jî, xwe fêrî zimanê zikmakî bikin û wiha got, "Ji ber zimanê mirov hebûn û nasnemeya mirov e, fêrbûna ziman jî erkek e."
Zergê ji bo derfetên fêrbûnê yên ji wan re hatî dayîn wiha axivî: "Armanca min ji xwendinê ewe ku ez bikarim xwe pêş bixim. Ji civakê re hîna bikaribim xizmeteke baş bikim. Ezê pêşketina xwe bidim zarokên xwe jî û hîn baştir bizanim wan xwedî bikim."
(cc/zt)