'Leyla û Şirîn sembola berxwedanê ne'
09:42
Binefş Sarya/ JINHA
QAMIŞLO- Bi boneya salevegera sêdarekirina Şirîn Elemhûlî û Leyla Qasim, endama Navenda Jineolojiyê Çinar Salih ji ajansa JINHA re axivî û wateya têkoşîna van jinan anî ser ziman.
Gelê Kurd ku meha Gulanê weke 'Meha Şehîdan' pênase dike û hersal kesên di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane, têne bîranîn. Ji berxwedêrên meha Gulanê Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî ne. Leyla Qasim, li bajarokê Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê tê cîhanê. Di sala 1952'an dema ku li Bexdadê dixwîne di xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanêde cih digire. Di 24'ê Nîsana 1974'an de bi 4 rêhevalên xwe re tê girtin û 12'ê Gulana 1974'an de tê darve kirin. Şirîn Elemhûlî jî ji bajarê Makuyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 1981'an tê dinê û di sala 2006'an de dest bi xebatê siyasî dike. Şirîn di 26'ê Gulana 2008'an li Tahranê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve tê girtin. Di 9'ê Gulana sala 2010'an li girtîgeha Evînê ya Tehranê, bi çar rêhevalên xwe re tê sêdarekirin. Bi wesîleya salvegera sêdarekirina Şirîn Elemhûlî û Leyla Qasim, endama Navenda Jineolojiyê Çinar Salih nirxandin kir.
Çinar di kesayeta Şîrîn û Leyla de tevahî berxwedêrên jin bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir, "Leyla di dîroka Kurdistanê de ciheke wê ya taybet heye. Leyla di zankoyê de dest bi têkoşînê dike. Jixwe sedema girtina wê û hevalên pê re jî ew bû ku çalak bûn. Dema ku dixwestin çalekiya revandina balafirê bikin, dikevin destên rejîma Baas a Iraqê û li ser wan biryara darvekirinê derdikeve. Pir eşkereye ku rejîma Baas ji hêza çalak a têkoşîna Kurd û jina Kurd ditirsin. Leyla Qasim bi serbilindî, bawerî û bi xwendina sirûda Kurdî diçe ber sêdarê. Ji ber ku dizane li pey xwe bi milyonan Leylayan diafirîne. Ev bûyereke pir mezin e. Girêdana jina Kurd bi ax û netew re nîşan dide. Ger îro ewqasî tevgera azadiyê bi hêz e, bêguman ji mîrasê têkoşînên ku hatine dayîn û bi taybetî jî rola pêşengiya jinê ye. Îro jî ger em bûne xwedî rêxistin û xwedî artêş, ev bi keda van jinên leheng e."
'Li Rojhilatê Kurdistanê, jin pêşengên têkoşînê ne'
Çinar Salih di berdewama axaftina xwe de behsa lehengî û hêza Şirîn Elemhûlî kir û wiha got, "Ger em şêwazê têkoşîn, çalakî, lehengî û şehîdbûna Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî bigrin dest, em ê bibînin ku têkoşîna wan gelek nêzîk hevin. Bi rastî jî ev herdu pakrewan sembolên têkoşînê ne. Di dîrokê de jî li Rojhilatê Kurdistanê jin bûne xwedî kedeke mezin û pêşengtiya tekoşîna Kurdan kirine. Ji van jinên têkoşer yek jî Şirîn Elemhûlî ye, ku di zîndana Evînê ya rejîma Îranê de bûye xwedî sekneke pêşeng."
Çinar Salih diyar kir sedema biryara sêdareyê ku li ser Şirîn û rêhevalên wê pêk hat, ji hêza wan a mezin û tirsa rejîma Îranê tê û wiha pê de çû, "Şirîn ji bo dewleta Îranê dibe sedemê tirseke hîna mezintir, jixwe dewletên desthilatdar ji hêza jina azad ditirsin û dixwazin wê hêzê tûne bikin. Sîstemên dewletan bi temamî li ser kuştin jinan hatiye damezirandin, ji ber wê jî dema jineke têkoşer dibînin, dixwazin bi her awayî bêdeng bikin û bidin tunekirin. Ji ber ku jina azad altarnatîf e."
'Artêşbûna jinê li Rojava, xwedîderketin li Şirîn û Leylayan e'
Di dawî de Çinar bal kişand ser bandora têkoşîna Leyla û Şirîn li Rojavayê Kurdistanê û gotina xwe wiha bidawî kir, "Ev herdu jinên têkoşer ji bo jinên li Rojava jî sembola têkoşîn û berxwedanê ne. Jinên ku em bikaribin ji xwe re bikin xeta serkeftinê û li ser şopa wan bimeşin. Di roja me ya îro de jî li Rojavayê Kurdistanê, avabûna artêşa jinê YPJ, pêşketina hêzên xweser ên jin wek HPC-Jin û hwd. bêguman xwedî derketina keda Şirîn û Leyla ye. Îro di Rojava de li ser şopa Şirînan şoreşa jinê gihaye serkeftinê û jin bi hêzeke mezin şoreşê bi rêve dibe, ev yek jî xwedî derketina li berxwedana Leyla û Şirînan e. Di dawî de jî ez dibêjim em ê li ser xeta van jinên pêşeng bimeşin û bi biryardarî ez bejna xwe li ber şehîdên meha Gulanê ditewînim."
(en/rc)