Rabîaya berê xwe nade Tirkiyê, li sînorê Nisêbînê ber xwe dide
09:45
Rojbin Kaçan/JINHA
MÊRDÎN – Rabîa Taylan ya ku ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê 23 sal berê koçî Konyayê kir. Piştî 13 salan şûnde vegeriya Nisêbînê û dîsa bi destê dewletê hat koçberkirin.Rabîa vê carê li dijî polîtîkayên koçberkirinê bi biryareke ku neçe bajarên Rojava û ji sînorê Nisêbînê ku xeyal dike vegerê, qet venaqete.
Polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd bi salane berdewam dike. Çîroka bi dehezaran kesî wek ya Rabî Taylane û dema mirov dinêrin, dibînin ku zîhniyeta dewletê ji duh heta îro tiştek neguheriye. Rabîa 23 sal berê ji ber zextên dewletê ji Nisêbîna Mêrdînê koçî Konyayê dike. Bi salan ji xaka xwe dur dijî û dîsa biryar dide ku bê Nisêbînê. 13 sal şûnde dîsa vegeriya Nisêbînê. Rabîa ji ber qedexeya dewletê dîsa neçarî koçberkirinê tê. Rabîa vê carê naçe bajarênRojava û diçe navçeya Sîlopiyayê. Rabîa bi xeyala ku vegere Nisêbînê dijî û piştî dewlet êrîşê Sîlopiyê jî koçî Mêrdînê dike.Rabîa ku ji sînorên Nisêbînê venaqete, bi biryareke ku neçe bajarên Rojava. Yekane xeyala Rabîayê eve ku ji ser xaka xwe koç neke.
‘Em 13 kes li ser mînderekî rudinin’
Rabîa Taylan y a55 salî diyar kir ku şeva qedexe hatiye îlan kirin neçar mane ji Nisêbînê derkevin û got: “Şeva em ji Nisêbînê derketin, ez bi zarokên xwe re li derve mam. Piştî malbateke li gundê Deşte em birin mala xwe. Piştre em çûn Sîlopiyê. Em demekê li wir man. Li wir jî qedexeyê destpêkir, em neçar man koç bikin. Herî dawî em hatin Mêrdînê. Li Nisêbînê xaniyê me heye, lê li vir em kirê didin. Em 13 kes di xaniyekî du ode de dijîn. Bi zarok, nevî û buka xwe re, em 13 kesin. Em li ser du minderan radizên.”
‘Ev wê wijdaniye’
Rabîa bi lêv kir ku ya li ser gelê Kurd tê meşandin bêwijdaniyeke mezin û wiha berdewam kir: “Em 4 mehan di bin dorpêça dewletê de man. Gelê Nisêbînê li kesî neheqî nekir. Tevî vê Erdogan bi mehane bi tank û topan Nisêbînê bombebaran dike. Li gelê Kurd bi salane zilm tê kirin. Gelê Kurd heta niha li kesî zilm nekir. Mala kesî neşewitand, talannekir. Em mafên xwe dixwazin. “
‘Wê rojekê ev zarok hesabên mafên xwe bipirsin’
Rabîa da xuyakirin ku ji şer psîkolojiya zarokên wê xerabûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wijdanek çawa bi Erdogan re heye. Zarokên me ditirsin. Psîkolojiya wan xera bûye. Em ji tirsa dernakevin balkonê jî. Em bi tirsa mirinê dijîn. Zarokên me di temenê biçûk de mirin, neheqî û bêdadî hîn kir.Ev bê wijdanî heta kengî wê bidome? Rojekê wê ev zarok hesab bipirsin.”
‘Em dixwazin vegerin malên xwe’
Hediye Kanat y a47 salî jî ku ji ber zextên dewletê koçî Nisêbînê kir, diyar kir ku ji Nisêbînê ji ber zext û zordiya dewletê koç kiriye û got: “Dukanên me bi topan xera kirin. Em aştî û biratiyê dixwazin. Em zilmê naxwazin. Em ji neçarî hatin Mêrdînê. Em 12 kes di xaniyekî de dimînin. Ev edelete? Em dixwazin vegerin malên xwe. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin.”
(hu)