Lîsikên mobîl jî ji rolên zayenda civakî dernakevin
10:00
Duygu Erol/JINHA
ENQERE- Pîvanên zayenda civakî ku rê dide jiyana me gelekan û bi teşe dike, ji zarokatiyê de heta ji welîdinê ji bo me tê dayîn. Dema ev pîvanên zayenda civakî ji bo me tên dayîn, ji bo zarokan bi reng, pêlîstok, cil û berg û her wekê din zayendên wan tên fêrkirin. Bi serdema înternetê re di lîstikên mobîlde jî ji ser rolên ku hatine fêrkirin, li zarokan rolên jintî, mêrtiyê tên fêrkirin.
Zaroka çawa tên dinê bi pîvanên zayenda civakî dest bi jiyanê dikin. Zarok bi rengê şîn-pembe, çavên xwe vedikin. Zarok bi pîrvanên zayendê yên ku civak ferz dike û dayik û bavê wan hînê wan dikin, mezin dibin. Wisaye ku zarok di lîstikên ku dilîzin de jî li zarokên kur, zarokên keç tên ferzkirin. Di roja me ya îro de di çapemeniya civakî de zarok bi awayekî aktîf bi lîstikan dilîzin û di lîstikên mobîl de jî ev ferzkirin didomin. Di beşeke mezin a lîstikan zarokên keç bi bebikên barbîe dilîzin, cil û bergan li bebekan dikin makyaj dikin, li mutbexê ji dayika xwe re alîkarî dikin. Zarokên kur jî dikevin pêşbirka erebeyan, li hev dixin. Di van lîstikan de ya herî balê dikişîne jî, zarokên keç digirîn û zarokên kûr jî hêzê temsîl dike.
Kategotiyên lîstikên keça-lîstikên kûran
Rolên yekem di kategoriyên lîstikan de dertên pêşberî me. Di etaba yekem de kategotiya ‘lîstikên keçan’ û ‘lîstikên kûran’ dertên pêşberî mirovan. Dema mirov dikevin kategotiya keçan, mirov bi rolên jintî, dayiktiyê re tên rû hev. Navê lîstikan li ser paqijî, zewac, lênerîna zarokan, dan û standin û modeyê pêş dikeve. Di bin kategotiya lîstikên keçikan de navê hinek lîstikan wihan e:Daweta romantîka Îtalya, Roja cilşûştinê ya dayika min a xweşik, Bebeka nû ya Elsayê, Lênberîna Bebika Melek’. Di kategoriya lîstikên kûran de jî mîlîtarîzm cih digire û hinek lîstikên kûran wihane: Sîleya Osmanî, Seranserê sedemê şer, wesayîta şîn a şeytanok, ajokarê mafya.
Bi girî tê temsîlkirin
Tevî van di lîstikên ku kesên mezin dilîzin de jî temsîlkirin mêr û jinê mijara gotinê ye. Di anîmasyonên ku di lîstikan de hatine bikaranîn pîvanên mêrtî û jintiyê yên hatine fêrkirin hene. Li gorî civakê jin hestiyarin, mêr jî bi cesaretin. Van norman di lîstinan de jî cihê xwe girtiye. Lîstika Candy Crsah Saga ji ailyê her kesî ve tê lîstin. Di asta zor a lîstikê de anîmasyona mêr tê bikaranîn, di cihên hêsan de jî anîmasyona jin tê bikaranîn. Dema anîmasyona jin asta xwe derbas neke digirî. Di civakê de jî wisa tê fêrkirin; jin zêdetir di karên hêsan de tên bikaranîn, dema bi ser nekeve jî digirîn. Lê mêr karên herî zehmet dikin, bi giştî têkçûyîn tine. Di lîstikên mobîl de beşeke mezin a anîmasyonan wihaye.
(hu)