Avê kaniya Zernebad yê pîroz rastî eleqeyek mezin tê
10:12
Nişmiye Gûler/JINHA
WAN - Yek ji pîrozahiya axên Kurdistanê kaniya Zernebadê yê li qontara Çiyayê Erekê ye. Bi hatina mehên biharê re kaniya Zernebadê rastî eleqeyek mezin ji aliyê gel ve tê. Jinên ku dibêjin ava kaniyê bi tendûriste, bi bîdonan avê dibin malên xwe.
Gel ji xwezayê Kurdistanê yê dewlemend û pîroz sûdê werdigre. Her çiqas bi projeyên HES'an hewlbidin xwezayê Kurdistanê tine bikin jî, xweza xwe nû dike û gel ji dewlemendiyê xwe mehrûm nake. Kaniyê Zernebadê yê li qontara Çiyayê Erekê ya Wanê gel li dora xwe komdike. Kaniyê Zernebadê bi salane ji aliyê gelê herêmê ve rastî eleqeyek mezin tê. Bi hatina mehên biharê re û helîna berfê çiya re gelên Wan û navçeyê wê berê xwe didin kaniyê Zernebadê. Welatiyên ku avê ji kaniyê dibin malên xwe, di nava xwezayê de demên xweş jî diborînin. Yek ji jinên ku 20 sale avê Kaniya Zernebadê dibe malê xwe Asli Hacigolu (54) e. Asli diyar kir ku ji ber ava kaniyê tenduirstiyê re başe û xwezayiye ew avê kaniyê tercîh dikin.
'Tama avê kaniyê cûda ye'
Asli da zanîn ku ew heftê carek tê qontara çiyayê Erekê û bi bîdonan ava Zernebadê dibe malê xwe û wiha got, "Avê din mîda me pê dêşe. Ava kaniyê ji bo tenduristiyê gelek başe. Carnan dema ku derfeta me nînbe em neçar dimînin ava mûslûxê vedûxwin. Lê dilê me ti car bi avê mûslûxê rihet nabe. Kêfa me gele ji ava kaniyê Zernebadê re tê. Em ti car pê nexweş neketine."
Muhteber Gûlaçan (50) jî ji kaniyê avê distîne û diyar dike kû ew dema tên avê seyrana xwe jî di nava xwezayê de dikin. Muhteber bilêvkir ku ew gava tên nava xwezayê gelek kêfxweş dibin û got piştî ew kaniyê naskiriye her dem tê û avê xwe ji kaniya Zernebadê dibe.
(rc)