Nûçegihanê DÎHA'yê hat girtin
10:17
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr Tûray jî di nav de 5 kesên li Stewrê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Alîkarê Hevşaredarên Stewrê Osman Ok, endamên DBP'ê Mehmet Saît Tûncer, Şakîr Tûran û Yûsûf Arat û nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr Tûray ên roja 5'ê Gulanê li navçeya Mêrdîn Stewrê di serdegirtina malan de ji aliyê jendermeyan ve hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî girtina îfadeyên wan her 5 kes bi daxwaza girtinê radesî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdîaya "alîkarî dane rêxistinê" nûçegihanê DÎHA'yê Abdulkadîr û 4 kesên din girt.
5 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
(rc)