Birgun lêborîn xwest!

10:33

JINHA

STENBOL - Rojnameya Bîrgun ku li jiinên Kurd û Sakîne Cansizê heqeret kir, piştî sohbeta ‘taştê ya yekşemê’ ji xwendevanên xwe lêborîn xwest.

Rojnameya Bîrgunê bi Mîne Kirikanat re piştî pirtûka wê ya ‘Ti Kes’ ya ku ji qetilkirina Sakîne Cansizê bi bandor bibû û nivîsibû hat weşandin şûnde, hevpeyvînek kiribû. Di nûçeya ku Ozlem Ozalkan çêkiribû de îfadeyên ji bo Sakîne û jinên Kurd hatibûn bikaranîn û her wiha biçûkxistina di seranserê nûçeyê de hebûn rastî bertekên xwendevanan hatin. Rojnameya Bîrgun têkildarî mijarê de daxuyaniyek da û lixwe mikûr hatin ku beriya nivîsê biweşînin kontrol nekirine.

Daxuyaniya rojnameyê wiha ye: “Di pêvaka me ya 8’ê Gulana 2016’an de di gotina Mîne Kirikkanat de , mixabin îfadeyên rumetê dişikînin û biçûk dixînin hene.Rojnameger dikare ji her kesî pirsan pirs bike; nekare mudaxaleyê fikrên hunemrend û nivîskaran bikin. Ji rayagiştî re dihêlin. Pirsgirêka di vir de îfadeyên ji sînorê rexneyan, derve û cudatire. Konsepta ‘taştê ya yekşemê’ em xistin nava rehetbûnekê û me nivîs kontrol nekir. Dema me ferq kir jî rojname hatibû çapkirin û me tenê li ser malpera web rast kir. Ji ber vê kêmasiya edîtoryal em lêborîna xwe ji xwendevanên xwe dixwazin. Emê rewşa vê hevala xwe jî binirxînin.
Rojnameya me di jiyana weşana xwe de her tim bi newekheviya olî, zayendî û etnîkî derbas kiriye û ji ber vê jî gelek bedel daye. Ji berf vê em ji ber vê bûyerê xemginiya xwe carek din tînin ziman.Em lînca çapemeniya civakî ji we re dihêlin. Em soz didin ku ji vir şûnde baldartir bin.”

(hu)