Dayikên Nisêbînê: Ev ne şerê welat e, dagirkirine

11:21

JINHA

MÊRDÎN –Dayikên Nisêbînê ku ev 57 roja li dijî dagirkirin û qirkirinê berxwe didin û roja Dayikan pêşwazî kirin, diyar kirin ku li welatekî wek Tirkiyeyê Roja Dayikan wateya xwe winda kiriye û got: “Dixwazim me bi êşa ewlad terbiye bikin. Em di roja Dayikan de di bin bombeyan de bûn, ev pir jî ne girînge. Em ji ciwanan ne bi nirxtirin. Ev ne şerê welate, dagirkirine.”

Li 8’emîn qedexeya derketine derve ya li Nisêbîna Mêrdînê hatiye îlankirin ket roja 57’emîn. Li Şirnex, Gever û Nisêbînê di bin dagikirin û bombebaranê de ketin Roja Dayikan. Yên hinekan zarokên wan hêj berxwe didin, yên hineka cezayê zarokên wan hîn ali kolanan tên sekinandin. Dayikan diyar kirin ku ev roja ku ji bo wan hatiye veqetandin, ti wateya wê nîne. Dayika Halîme ya 55 salî wiha got: “Dema zarokên me ne ligel me bin jiyan ji bo me zindane. Niha bi dehan cenaze li kolanan e. Lê em nekarin biçin bigirin. Kîjan zarokê me ye, em wê jî nizanin. Bila roja dayikan ya wisa tinebe. Ger hun li dayikan bifikiriyan we yê şer îcat nekiriba.”

‘Ev ne şerê welate, dagikirine’

Halîme destnîşan kir ku serokkomar Tayyîp Erdogan vî şerî gur dike. Halîme wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger Erdogan tinebûya wê ev şer jî tinebûya. Ji ber wî û berjewendiyên wî ev zarok û ciwan dimirin. Bila dayikên tirk zarokên xwe neşînin. Ev ne şerê welate, dagirkirine. Zarokên me nehatin li bajarê we êrîşê we nekirin. Lê hun zarokên xwe dişînin ber deriyên me. Heyfe guhene, nekevin vî gunehî.”

'Wê neviyên me hesab bipirsin'

Dayika Hediye Acar ya 60 salî bi zarokên xwe di bin bombeyan de li dijî şer berxwe dide jî got ev qedexeya derve ji ya din girantir derbas dibe û got: “Di ya berê de cenaze bi alên spî derdixistin. Niha ew jî bûn xeyal. Dixwazim me bi êşa ewlad terbiye bikin. Dîrok van rojan dinivîse. Hesabên van wê rojekê bê pirsîn. Em roja dayikan di bin bombeyan de bûn. Ev pir jî ne girînge. Em ji ciwanan ne girîngtirin. Bila jiyana me wisa bidome. Wê neviyên me hesabê vê bipirsin.”

Dayika hediye di berdewamiya axaftina xwe de got serokkomar duh di roja dayikan de di bernameyekê de rondik barandin û got: “Ger wî piçekî nirx bida dayikan, wê wisa çavsor nebûya. Bila wan bombeyên ku her roj bi ser me de dibarîne, jibîr neke. Me di salên 90’î de pir kişand. Lê êdî Kurdên berê tinene. Emê hesabê vê bipirsin.”

(hu)