Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê li hember tundiya li ber xwe didin
12:54
JINHA
DÊRSIM- Di pêvajoyên dawiyê de polîtîkayê tundiyê li hember zanîngehan zêdetir bûye. Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê diyar kirin hin mamoste bi hêzê ku ji îqtîdarê digrin xwendekarên jin tacîz dikin û wiha gotin, "Tundî nikarin me bê zar bikin."
Bi konsepta şer re piştî li hember partiyên siyasî, avakirinên saziyê civakî û aligirên muhalif hatin hedef girtin, vê carê pêk anîn li hember zanîngehan berdewam dike. Hikûmeta ku sîstemê rexnedike nahelê ku tu kes çavê xwe veke. Piştî ku li Zanîngehên Stenbol, Enqere û Kocaelî pêk anînên tundî li hember xwendekaran pêk hat, dewlet dixwaze vê carê li Zanîngeha Dêrsimê xwendekaran bitirsîne. Xwendekarên ku bêy hincet hatin girtin, ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin, qala polîtîkayê pêk anînên li zanîngehê kirin.
Xwendekarekî zanîngihe bilêv kir ku ji bihara bûrî ve heya niha 10 hevalên wan hatine girtin û polîs zanîngihê wek mala xwe bikartînin û wiha got, "Di dema dawî de ji bo dewlet berxwedana gel bişkîne bi destê dewletê polîtîqayê tunekirinê pêk tîne. Ev polîtîqayê serî têwandinê li Zanîngihê Dêrsimê tên xuya kirin. Berî niha 6 mihan hevalê me hatin girtin û ji doza wan re biryara veşartî berdewam dikin, hîn jî hevalê me girtîne. Heman tişt berî niha mihekî hatî jiyandin, 8 hevalê me hatin girtin û hîn jî di derbara doza wan de tu pêşketin tuneye. Hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên qirkirina siyasî re pêvajoyek antî- demokratîk pêk tîne."
'Xwendekarên jin tên tacîz kirin'
Xwendarên zanîngihê anî ziman ku sepanê ku tên kirin li hemû deran wan bandor dike û wiha berdawam kir: "Sîstema bi qert ketina zanîngehê li xwendekaran tê ferzkirin. Li vir hinek mamoste bi nêrînên siyasî di nav xwendekaran de cudahî dikin. Gava li hemû dera ev axaftin bênkirin em zehmetiyan jiyan dikin. Her roja Înê gava wesaîta akrebê tê dibistanê, ev mînaka çav tirsandina xwendekarane. Hin mamoste bi hêzê ku ji îqtîdarê digrin xwendekarên jin tacîz dikin. Rektorê zanîngehê bi polîsan re aligiriyê dikin. Mamoste û rektorên zanîngehê gef li xwendekarên ku piştîgirî dan akademisyenan didin."
'Tundî û girtin nikarin me bê zar bikin'
Xwendekar her wiha qala polîtîqayê rektoran kir û wiha pêde çû, "Rektor û rêveberên zanîngeha bi fermana hikûmeta AKP'ê li ser piya tên girtin. Bi fermanê afîşan bi me didin komkirin. Rehetbûna polîsên sivîl wek ku ne bese jî ji aliyê din xebatek bi teybet ji bo polîsan heye."
(dt/rc)