Jin di Roja Dayîkan de li hev kom bûn

13:04

JINHA

WAN- BEDLÎS - Li navçeya Artemêtan ya Wanê bi boneya Roja Dayîkan jin hatin ziyeret kirin û li navçeya Hêwela Sêrtê jin li hev kom bûn.

Şaredariya Artemêtan a Wanê bi boneya Roja Dayîkan jinên navçeyê û jinên ku li nexweşxanê nû zayîn kirine ziyaret kir. Di ziyaretê de Wekila Hevşaredara Artemênê Nurhayat Çelîk, Endamên KJA ya Wanê, endamên meclîsa şaredariye û xebatkarên şaredariye amede bûn. Piştî wê jinan 2 qursê ku di binesaziya Şaredariya Artemêtanê li Taxa Çîçeklî merşa çêdikin ziyaret kirin û qurnefîl dane jinan.

Bi peşêngiya Şaredariya Bedlîsê, endamên KJA ya Bêdlîse jinan li Hêwala Sêrtê bi boneya Roja Dayîka bi xwezayere bûn yek. Di çalakiya ku li Daristana Bajêr pêk hatî bi sedan jin li hev kom bûn û di heman demê de jî Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemir Dagkiran û Hevseroka Bedlîsê ya HDP'ê Nazime Arvas tevlî bûn. Çalakî bi guhdarkirina stranan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

(dt/rc)