Dewreyê Şehîd Rûken bi dawî bû
14:47
JINHA
EFRÎN- Akademiya Star a Zanistê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Şehîd Rûken, bi merasîmek bidawî bû.
Kongreya Star bi mebesta perwerdekirina endamên rêveber ên jin, di bûneya Akademiya Star de dewreyek bi navê Şehîd Rûken dabû dest pê kirin. Di dewreya ku 8'ê Nîsanê dest pê kir, 29 rêvebirên sazî û rêxistinên Kantonê beşdar bibûn. Dewre bi merasîmekê ku endamên dewreyê û nûnerên saziyan beşdar bibûn bi dawî bû.
Merasîm bi axaftina endama rêveberiya Kongra Star Bêrîvan Zîlan dest pê kir. Bêrîvan despêkê qedandina perwerdê li endam û tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Perwerde bingehê avakirina her civakekê ye, pêwîste hemû jin tevlîbûna xwe ji perwerdeyên bi vî rengî re bidin çêkirin. Îro bi tevlîbûna jinê em dibînin şoreşa Rojava gihiştiye asta serkeftinê û li cîhanê deng vedaye. Jina kurd bûye pêşenga şoreşê û bi vîna xwe êdî civakê bi rê ve dibe. Jin her dem ji bo avakirina civakeke demokratîk di rêya têkoşînê de meşiyaye û qezencên mezin bidest xistiye."
Piştî axaftinan jinan bi gerandina govendê û stranên gelêrî, merasîm bidawî kirin.
(fr/hs/rc)