Li Til Berakê sîstema federal tê gotûbêj kirin
16:53
JINHA
HESEKÊ- Lijneya xebatên gel ku erka danasîna sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hildaye ser milê xwe, li Til Berak civîneke berfireh lidar xist.
Bi armanca danasîna sîstema Federal Demokratîk li Rojava-Bakûrê Sûriyê, komîteya xebatên gel bi civînekê li Til Berak a ser bi Hesekê, girîngî û wateya sîstema federal vekirin. Xala herî bêtir derkete pêş jî çawaniya tevlîbûna jinan di vê sîstemê de bû. Gelê Til Berak û endamên TEV-DEM û Kongreya Star jî di civînê de amade bûn. di serî de deqîqeyek rêz hate girtin. Encamnameya Kongreya damezrandina sîstema Federal ji hêla hevserokê meclîsa gel a Hesekê Farûq Tozo ve hate xwendin.
Endama lijneyê Edalet Omer li ser girîngiya biryara îlankirina sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê axivî û got "Federalî tê wateya çareseriya herî baş, ji bo aloziya Sûriyê." Edalet îşare bi armanca sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê kir û wiha pêde çû, "Federalîzm sîstemeke nû ji bo Rojhilata Navîn e. Pêşxistina demokrasiyê ye. Her wiha avakirina bingeha çandî, siyasî, aborî û civakiye."
Edalet nerazîbûn nîşanî ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê jî nîşan da û ev wek polîtîkaya dijberî sîstema Federal binav kir.
Endama Lijneya Têkiliyan a TEV-DEM'ê Sûreya Hesen jî axivî. Girîngiya tevlîbûna jinê di sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wek gaveke esasî ji bo avakirina civakeke azad nirxand. Di civînê de her wiha endamê Lijneya Têkîliyên TE V-DEM'ê Hisnî Xemîs jî axivî û li ser wateya sîstema federal bi berfirehî nirxandin kir.
Di dawiya civînê de endamê lijneya xebatên gel a Kantona Cizîrê Şiyar Şervan nêrînên gelê Til Berak guhdar kir û bersiva wan da. Gel nêrînên xwe parve kirin û bi xweşbûn pêşwaziya sîstema federal kirin.
(ee/hs/rc)