Tevgera Çand û Hunera Başur Hozan Mizgîn bibîranî

18:08

JINHA

SILÊMANÎ - Tevgera Çand û Hunera Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî di kesayeta Hozan Mizgîn de hemû kesayetên şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û got: "Em weke tevgera çand û hunera Başûrê Kurdistanê li ser xeta şehîd Mizgîn carek din xwe rêxistin bikin û bibin dengê hunera azadya ku bingehê xwe ji hunera resen û civakî digre."

Tevgera Çand û Hunera Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî Hozan Mizgîn û hemû kesên têkoşerên ji bo azadiya gelê xwe li ber xwedane bibîranî. Daxuyanî wihaye; "Em di Kesayeta Hunermend a Şoreşger Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de şehîd Serhed, Elenya,Yekta, Welat, Newîla, Sefkan û hemû hunermendên şoreşger bibîrtînin. Em weke Tevgera Çand û Hunera Başûrê Kurdistanê di kesayeta hemû şehîdên heyva Gulanê de şehîdên Azadiya gelê Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Di xeta îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de xwedî derketina çanda gelan û bilind kirina têkoşîn û gihîştina çandeke resen bi keda hunermenda şoreşger Mizgîn carek din hemû şehîdên TEV-ÇAND ê û gelê me yên ku niha bi ked û berxwedana xwe li çeperên berxwedanê li ber xwe didin slav dikin. Bi taybetî bihêza hunera şehîd Mizgîn ku niha dayikên Kurdistanê li meydanan li xweseriya demokratik xwedî derdikevin em wan jî slav dikin û dibêjin lorîna Mizgînan bû dengê azadiyê."

'Emê bi giyana Hozan Mizgîn hunerê pêş bixin'

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Li ser şehadeta hevala Mîzgin re 24 sal derbasbû. Hunermenda şoreşger û têkoşera çiyayan Mizgîn bi deng û sekna xwe ya şoreşgerî bi desteksaz û bi destek jî çek girt û xwedî li xeta azadiya jin derket. Lewma jî hem bû dengê jin û hem jî fermandariya artêşa azadiya jinan kir. Di asta misogerkirina hunera civakbûnê de heta roja me ya îro hat û bû banga azadiyê. Mizgîn bi sekin û xeta hunera şoreşger li hemberî pergala moderniteyaka pitalist û qirkirina çandî seknek û xetek afrîner û serbixwebû. Em jî weke şopdarên wê li ser xeta wê û li keda wê xwedî derdikevin. Bi sekna xwe ya mîlîtanî bi berpirsiyariya erkên fermandarî û perspektîfên Rêber Apo li çiya, Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û gelek deveran li erkên xwe xwedî derket û bû dengê gelê xwe.

Bi nasnameya xwe ya birdozî û bi erkên xwe yê fermandarî li Eyaleta Mêrdîn û Xerzanê di xeta parastina cewher û nirxên civakbûnê de pêşengtîkir. Bi xebatên xwe yên rêxistinî li Rojavayê Kurdistanê hat nasîn û li Ewropa jî rêveberiya Koma Berxwedan kir. Li Ewropa li hemberî helandina çanda biyanî xeta çanda şoreşgerî ku bingehê civaka exlaqî û polîtîke belav û domdar kir. Em carek din bi wesîleya 11 Gulanê ku şehadeta Hevala Mizgîn pêşwazîdikin, em soz didin ku em ê di xeta têkoşîna wê de li çar aliyên Kurdistanê bi rihê Mizgînan hunera azad li qadên azad belav bikin û pêşbixin.

Em weke tevgera çand û hunera Başûrê Kurdistanê li ser xeta şehîd Mizgîn carek din xwe rêxistin bikin û bibin dengê hunera azadya ku bingehê xwe ji hunera resen û civakî digre."

(şb/zt)