'Dê rêxistinbûn û xebatên jinan hişmendiya mêrê serdest biguhere'

09:09

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Koordinatora Navenda Jinan Binevş Sozdar Zekiye Koç di derbarê serweriya deshilatiya mêran a xwe li Colemêrgê ser jinan dide sepandin de wiha got: "Jin divê bi hev re xwe li hemberî hişmendiya serdest rêxistin bikin. Dema ku jin bûn yek û xwe parastin wê demê ti deshilatî û ti mêr nikarin ser wan serweriyê bikin."

Koordinatora Navenda Jinan Binevş Sozdar Zekiye Koç der barê bandor û serweriya hişmendiya Feodal a ser jinên Colemêrgê yên mexduri tundiya mêr bûn de nirxandin kir û wiha axivi; "Wek her deveran li Colemêrgê jî hişmendiya serdest xwe bi her awayi nîşanî jinan dide, ya herî giring ewe ku jin li hemberî vê hişmendiyê berxwe bidin û xwe rêxistin bikin. Ji xwe birdoziya xwezayi di jiyana jinan de her tim xwe aşkere dike. Divê jin li hemberî tundiya mêran ji aliyê bîrdozi ve xwe parastin çêbike. Li Colemêrgê gava ku ji bo saziya me Binevşê serlêdan çê dibe jin hinek bi tirsiyi tên û naxwazin ku bikeve rojevê. Ev jî tê wê wateyê ku hişmendiya mêr li ser jinê çiqasi xwe nîşan dide. Em bi rastî dibêjin divê jin teqez li hember vê hişmendiyê parastina xwe ava bikin. Ger wisa nebe hişmendiya hezar salan dê bi vi awayi bimeşe. Em karin bêjin hişmendiya niha li Colemêrgê hemberî jinan bi awayek politik tê meşandin, divê jin di ferqa vê hişmendiya ser wan tê meşandin debin.

'Divê jin li hember êrîş û tindiyan hev bigirin'

Sozdar anî ziman ku divê jin li hemberî hişmendiya baviksalar hev bigirin û wiha got: "Raste gelek jinên ku li hemberî tundiya mêr mexdur bûn hatine li cem me li vir ji mêr di tundiyê de sînor nas nake. Divê jinên Colemêrgê jî hemberî tundiya mêr xwe bi rêxistin bike, her tim berxwe bide. Dewleta tirkan tacîz, tecawîz û hemû cureyên şidetê wiha hêsan û ji rêzê kiriye weke normal dibînin. Li cihê mexduran kujer û êrîşkaran diparêzin. Yên tiştên herî xirab dikin bi biriyara dewletê tên berdan. Ji bo wê jî çareserî tenê di rêxistinbûna jinan dene. Dema ku jin bûn yek û xwe parastin wê demê ti deshilatî û ti mêr nikarin ser wan serweriyê bikin."

'Dê jin êdî ji tindî û deshilatiya mêr re bêjin na'

Sozdar aşkere kir ku li Colemêrgê heya niha 500 jinên ku li hemberi tundî ya mêr mexdur bûn serî li Navenda Jinê Binevşê dane û wiha berdewam kir; "Her çiqas jinên li vir heya astekê xweserin, xwebûna wan heye û xwedî vînin jî, lê hişmendiya mêr bi giştî nehatiye guhertin û di her firsendê de xwe dide der. Her çiqasî kêm be jî ciwanên vê derê hina hişmendiya feodal û baviksalar dijîn. Heya niha 500 jinên ku ji aliyê malbat û hevserê xwe ve tundî ditî serlêdan kirine. Bêguman guherîna vê rewşê jî dê bi berxwdana jinan çêbibe.

Sozdar da zanîn ku divê li hemberî tundiya heyî hemû jin xwe rêxistin bikin û wiha pê çû; "Jin divê bi hev re xwe li hemberî hişmendiya serdest rêxistin bikin. Mêrê ku bûyi îktidar divê bê sekinandin, ev ji bi teqezi hesasiya jina a ku li hemberî têkoşinê ve girêdahiye. Dibe jin her tim ji hişmendiya mêr re bêjin na û bi vi awayi hişmendiya mêr bisekinin. Ji bo ku reng û serweriya xwe di nava malbat û civakê de bidin raçandin."

(zt)