Jinên Wanê: Ji zarokên mera tenê mîrateya berxwedanê maye

09:10

JINHA

WAN- Jinên taxa Xaçortê yên ku berî 20-30 sal ji gundên xwe bi darê zorê hatin derxistin û hatin li Wanê bicih bûn diyar kirin ku ew hewl didin çanda xwe li bajêr jî bidomînin. Jinan balê kişandin ser kevneşopiya berxwedanê ya taxê jî û wiha gotin, "Dema ku dibêjin Xaçort hemû kes dizanin ku berxwedanek li vê taxê heye. Ji bo zarokên me tenê mîrateya berxwedanê maye."

Di salên 90'an de li Kurdistanê ji ber polîtîkayê dewletê a biçek kirina cerdevana gelek welatî neçar man gundê xwe terk bikin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi mîlyonan kes di van salan de ji neçarî ji gundên xwe derketin, hin ji wan berê xwe dan bajarên Kurdistanê hin ji wan jî weke pelê payîzê heya bajarên Tirkiyeyê belav bûn. Di nav van salan de li Kurdistanê yek ji bajarên ku ji gund û navçeyên derdora xwe hejmarek mezin koçber hewand jî Wan e. Piraniya welatiyên ku berê xwe dan Wanê di serî de li taxa Xaçortê ya Wanê li taxên cûda yên bajêr bicih bûn. Çîroka hemû welatiyên koç kirine Xaçortê wek hev e û hemû jî ji jiyana bajêr bêzar bûne.

'Me birînên hev derman dikir'

Dayika bi navê Halîme Ataman a 75 salî, berî 20 salan bi darzê zorê ji gundê xwe yê li Feraşînê derketiye û li gel zarokên xwe hatiye Wanê. Halîme anî ziman ku di nav salên borî de gelek zor û zehmetî kişandine, bi mehan bê mal mane û got di dawiyê de li Xaçortê ji xwe re mal avakirine. Halîme anî ziman ku dema ew hatine Xaçortê li taxê kêm welatî hebûne û got, "Ji ber dewletê li ser gundên din jî zordariya xwe domand piştî demekê li taxê avahî zêde bûn. Welatîyên din jî mina me gelek zor û zehmetî kişand. Me hemûyan birînên hev derman dikir." Helîma anî ziman ku li bajêr jî parvekirinên xwe ên gund ligel cîranên xwe dikin û wiha pêde çû, "Zarokatiya min li Feraşînê derbas bû, ez zaroka zozanên xwe bûm. Li gund min dizanî ku ez azad bûm. Lê niha bajar me tune dike. Di nav bajêr de çandê me jî tune dibe."

'Li Xaçort berxwedanek heye'

Cavahîr Gulmez (60) salî jî 30 sal berê neçar maye ku ji gundê xwe derkeve û were Wanê. Cavahîr jî wiha got, "Nîvîya temenê min li bajar derbas bû û min çi tişt ji bajêr fêhm nekir. Şêniyên Xaçortê hemû hev nas dikin. Em bi zorê hatin Wanê û em zarokên xwezayê ketin nav betonan. Ji bo em çanda xwe li bajêr jî bijîn çi ji destê me bê em dikin lê mixabin demek wisa bûye bajar jî çanda me windakir." Cavahîr diyar kir ku li gel ji gundan derketine û li bajêr jiyana xwe didomînin jî kevneşopiya berxwedanê didomînin û wiha berdewam kir: "Lê niha zarokên me heya dawiyê li ber xwe dinin û dest ji doza xwe bernadin. Dema ku dibêjin Xaçort hemû kes dizanin ku berxwedanek li vê taxê heye. Ji bo zarokên me tenê mîrateya berxwedanê maye."

'Dewletê ne tenê gund, çanda me jî şewîtand'

Hurî Temel (60) jî 25 sal berê ji gundê xwe derketiye û hatiye Xaçortê. Hurî jî wiha got, "Dema me ya vala nebû. Caran jî heya êvarê me xalîçe yên xwe jî çêdikir. Bi têkilîyên me jî gelek bihêz bû. Me gelek giya komdikirin. Niha çanda me ya berê hatiye windakirin. Ez hê jî mîna li gund bim li hemû deran cilên xwe yên gelerî li xwe dikim. Dewletê tenê malên me neşewitandind çanda me jî şewitandin."

(hk-htk/rc)