Li Efrînê demsala berhevkirina pelê mêwa dest pê kir

09:11

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Bi hatina demsala biharê re jinên Efrînê dest bi berhevkirina pelê mêwa kirin. Jinan diyar kirin ku ew amedekariyê zivistanê dikin û gotin ew bi berhevkirina pelên mêwan debara xwe jî pêk tînin.

Herêma Efrîn bi çiya, dar, ber, çem û avên xwe ve dewlemend e. Herêmeke xweş û dîrokî ye. Li gelek deran bi navê Çiyayê Kurmênc tê naskirin. Bi hatina demsala biharê re jinên herêmê ji dewlemendiya xwezayê sûdê werdigrin û debara xwe li hember her cure ambargo pêk tînin. Jinên gundê Bermce ya navçeyê Mabeta Efrînê bi armanca debara xwe pêk pînin û amedekariyê zivistanê pêk bînin, dest bi berhevkirina pelê mêwan kirin. Jinên ku bi aweyek komîn berê xwe didin nav rezan, demên xweş di nava xwezayê de derbas dikin.

Jina bi navê Fatma Sîdo têkîldarê xebatên xwe yê komînal de wiha got, "Van rojan karê me pir heye. Em jin û keçikên gund kom dibin û diçin nav rezan û pelê mêwan berhev dikin. Paşê jî em wan dişînin bazarê ji bo werin firotin. Her wiha em ji bo pêdiviyên xwe jî pêşwazî bikin pelan berhev dikin. Ji pelên mêwan dolmeyên pir xweş çê dibin. Em van pelan zuha jî dikin û ji bo zivistanê radikin."

Fatma diyar kir ku ew ji dewlemendiya xwezayên xwe sûdê werdigrin û wiha qala pêvajoya zûhakirina pelên mêwan kir, "Em pelan deste bi deste kom dikin. Wan dibin malê û radixin li ber cihek sih. Ku zuha bûn em hinekê ji xwe re radikin ên zêde jî dibin bazarê û difroşin. Em her sal vî karî dikin."

(cc/rc)