Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn Mîhrîcana Govendên Rojava tê li dar xistin

09:11

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN - 2. Mihrîcana Govendên Kurdistanê ya Rojava ku ji aliyê TEV-Çand ve tê organîzekirin, di 10-11 Gulanê de li Rimêlan wê were lidar xistin. Koma Zelal jî ji bo mihrîcanê amedekariyê xwe bidawî kir.

2. Mihrîcana Govendên Kurdistanê ya Rojava, di salvegera bîr anîna Hozan Mizgîn li bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê tê lidar xistin û dê du roj berdewam bike. Di roja yekê ya mihrîcanê de ku wê di 10'ê Gulanê de dest pêbike, wê hemû endamên TEV-Çand'ê ji Girkê Legê ber bi bajarê Rimêlan ve bimeşin. Di heman rojê de jî wê konserek ji bo bîranîna Hozan Mizgîn were li darxistin. Di 11'ê Gulanê de wê di nav de 14 komên govendê yên jinan jî, komên govendê derkevin ser dîke.

'Armanc parastina çand û hunera resane'

Wê gelek komên govendê tevlî vê mihrîcanê bibin, Koma Zelal jî yek ji van koma ye. Koma Zelal ji bo amedekariya mihrîcanê dest dawî li amedekariyê xwe anî. Ji bo danasîna karê komê û pêvajoya amedekariyê wan ji mihrîcanê re rêvebera komê Dime Mihemed ji me re wiha got: "Koma Zelal di sala 2013'an de hate avakirin. Piranî fîgûrên govendê yên bajarê Elezîz ya Bakûrê Kurdistanê têne leyîstin. Armanca me ji avakirina vê komê ew e ku em çand û hunera xwe ya resen careke din vegerînin û ji windabûnê biparêzin. Di dîrokê de her dem dijminan xwestine ku vê çanda resen têk bibin, ji bo wê jî em heya dawiyê hewl didin ku rastiya çanda kurd ji her kesî re eşkere bikin û lê xwedî derkevin."

'Bi riyê komê me xwest em çandê bi civakê bidin nasîn'

Dime da zanîn ku hunera bêçand û bêexlaq dibe hunereke bêdayîk û wiha pêde çû, "Me jî xwest bi rêya vê komê em çanda civakê ango çanda resen biparêzin û ji her kesî re bidin nasîn. Wekî ku tê zanîn Mihrîcana Govendên Kurdistanê ên Rojava di salvegera şehadeta Ş. Mizgîn de were lidarxistin. Ji bo wê jî em wekî koma Zelal a dîlanê xwe jê re amade dikin. Ev mihrîcan wê li ser asta Rojava were lidarxistin, li gorî vê yekê em ê çanda xwe ya resen di vê festîvalê de ji her kesî re pêşkêş bikin. Bi hêviya ku hemû komên dîlanê bi awayekî serkeftî beşdarî mihrîcanê bibin."

(hs/rc)