Ji bo ên ku dixwazin HDP'yan ji meclîsê bavêjin bîrxistina DEP'ê!
09:13
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE- Jinên Edeneyê bertek nîşanê êrîş û pêşnûmeya destnedanê ya li hemberî parlamenterên HDP'ê dan û gotin ku hişmendiya desthîlatdariyê di sala 94'an de çawa be niha jî wiha ye.
Bertekên li dijî pêşnûmeya nû û destnedayina parlementerên HDP'ê her ku diçe zêde dibe. Jinên ku li taxa Gulbahçeya navçeya Seyhana Edeneyê dijîn pêşnûmeyên di meclîsê de derbas bû û rakirina destnedana parlementerên HDP'ê bê edaletî û hîquqî ditîn. Jina bi navê Bêzar Oruç (55) êrîşa li hemberî parlamenterên DEP'ê ku di sala 1994'ê ji meclîsê hatin avêtin bibîr xist û ev tişt got: "Ev hişmendî di sala 1994'an de jî hebû û niha jî heman tişt tê kirin. Gelo çibû? Çi goriya ji wê rojê heya îro. Di wê demê de hêjmara parlamenteran kêm bû lê niha 10 qat lê zêdeye û bi hêztirin."
'Em destûrê nadin ku parlamenterên me ji meclîsê bên avêtin'
Bêzar anî ziman ku ew tu carî destûrê nadin parlamenterên ku bi îradeya gel çûne meclîsê, ji meclîsê bên avêtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Parlamenterên me ji bo daxwaza aştî û biratiyê kirin ketin vê rewşê. Eger ew jî mirinê bixwesta wiha ne dibû. Kesên ku dizîtiyê dike, tiştên şerm dikin û malên gelan talan dikin, tişt bi wan neyê û di meclîsê de dimînin. Lê parlamenterên me tenê ji bo aştî û jiyanek aramî dixwazin û ne bi gorî wan diçin wan naxwazin. Em heya dawiyê li pişta parlamenterên xwe ne. Ew bi daxwaza gel çûne wir encax gel wan ji meclîsê derxe."
'Ev polîtîka ji salên 90'î heya niha berdewam dike'
Adla Turgay jî diyar kir ku êrîşên li ser kurdan tên kirin ji sala 90'î heya niha heman polîtîkaye û wiha axivî: "Em ji cih û warên xwe bi zorê hatin derxistin û me şandin van cihên biyanî. Ligel hemû zor û zehmetiyên jiyanê me li ber xwe da û berxwedana me berdewam e. Em ji dîrokê heya niha her tim rastî zor û zextan hatin. Ligel hemû zextan me parlamenterên xwe şand meclîsê. Lê niha dixwazin îradeyên me ji meclîsê derxin û heman polîtîkayên xwe yê êrîşkar li ser me bikin. Êdî bes e. Em zilm û mirinê naxwazin."
'Em li cem parlamenterên xwe ne'
Kamîle Akdemîr jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Em ji bo parlamenterên xwe bişînin meclîsê bi şev û roj xebîtin. Em her tim rastî êrîş û zextan hatin. Lê ligel hemû yan me wan ji bo aştî û azadiyê şand meclîsê. Lê belê ji ber parlamenterên me aştiyê xwestin û destûrê nedan şer ji meclîsê tên avêtin. Em jî meclîsa wan nas nakin û her tim li cem parlamenterên xwe ne û em ê li hemberî zilma wan li ber xwe bidin."
(ho/rc)