Jinên ku 20 salan şûnde hatin cem hev ‘dayika cesaret’ vegotin
09:41
Ceren Karlidag/JINHA
STENBOL - Ayşe Nur Zarakolu heta dawiya jiyana xwe ji ber pirtûkên ku diweşand hat darizandin. Me bi jinên ku di 1994’an de pê re di girtîgehê de mabûn re, rêwîtiyeke xemgîn û hestiyar ya 20 sal berê kir. Jinan bîranînên xwe yên girtîgehê yên bi Ayşe Nur re vegotin û gotin: “Ger di van şert û mercan de bijiyana wê dîsa seknek wê ya xurt hebûya.”
Ayşe Nur Zarakolu bi berçavkên xwe yên mezin û kenê di hişan de cihê xwe girt. Zarakolu di 9’ê Gulan a1946’an de li Antakyayê hat dinê. Di 1977’an de Weşanên Belge ava kir û di 1986’an û şûnde di Komeleya Mafê Mirovan de xebat meşand. Navê Ayşe Nurê ji 40 zêdetir di dosyayên DGM’ê de cih girtin. Cesaret û serbilindbûna wê navê ‘dayika cesaret’ bi wê da qezenckirin. Temenê wê li girtîgeh, salonên dadgehan û danişînan derbas bû. Parastinên kir jî veguhert dersên mafê mirovan. Bi cesaet û hêvî dest dirêjî jinan û jiyanê dikir. Di 28’ê Tîrmeha 2002’an de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Li Tirkiyeyê yekem car jinan darbest hildan. Di 1994’an de Ayşnur ji ber pirtûka nivîskarê Fransî Yves Ternon a bi navê Tabuya ermenî hat girtin û ket girtîgeha Bayrampaşayê.
Gulsum, Ayşe Sadegul û Fadîme ku hîna 17-18 salî bûn li girtîgeha Bayrampaşayê bûn. Bi wesîleya rojbûna Ayşenurê me bi wan re hevdîtin kir. Jinan piştî demeke dirêj vê carê wek jinên mezinbûne xwe gîhandin hev. Hev û din hembêz kirin. Jinên ku jê re dibêjin ‘Xwişka Ayşe’ , bi mutevazîbûn û zanabûna xwe di hişê wan de maye.
Marmelata Ayşe Nurê…
Gulsum diyar kir ku tevî di navberê de sal derbas bûne jî min xwişka xwe ya ayşe ji bîr nekiriye û got: “Me Ayşe ji bo nobeta nedinivîsî. Me ew wek axaftinker di panelan de tercîh dikir. Lê ew bixwe dihat wê alîkarî dida me. Ya yekem tê bîra min marmela wê bû. Rojekê di nobetê de ji me re marmelat çêkir. Digot hun beşdarî perwerda bibin ezê karê we bikim. Behsa zarokên xwe Denîz û Bariş dikir. Me jê re digot ronakbîr, lê ev qebûl nedikir. Li gorî wê ronakbîr ji gel re pêşengtî dikir.”
Gulsum di berdewamiyê de got Ayşe Nur kesek bi ceseret û bê tirs bû û got: “Li dij leşkeran pir bi bertek bû. Sekna wê diyar bû. Bi biryar bû. Mîrateya ji Denîzan û Mahîran girtibû idmeşand. Dema tê girtîgehê îdare jê re dibêje ger ti bi rêxistinekî re bimînî wê ceza te diyar bibe. Wê jî gotiye ger hun min bi vê sûcdar dikin, bikin.”
‘Demek ez tiştekî rast dikim’
Ayşe jî diyar kir ku li girtîgehê qet moralê wê xera nebûye û got: “Mirovên ku morelê wan xera dibûn hebûn. Ji Kurdan hez dikir. Xwe wek me didît. Digot wê têkoşîna Kurdan Tirkiyeyê demokratîk bike. Digot çepa Tirk stratejîk nêzî têkoşînê nabe. Rexneyên baş dikir. Ji ber pirtûka xwe ya tabuya Ermenî ketibû girtîgehê. Me li girtîgehê li gel wê pirtûk xwend. Ji me dixwest em têkildarî pirtûkêde, weşanxaneyê de rexne pêşniyaran bikin. Li dijî qedexekirina pirtûkan serê wê bilind bû. Digot demek ez tiştekî baş dikim.”
‘Xwişka Ayşe nêzî rastiya xwe dibe’
Fadîme jî bi lêv kir ku Ayşe Nurê li girtîgehê her tiş wek nîşe digirt û beşdarî her perwerdehiyê dibû û jiyana komunal ji xwe re esas digirt. Fadîme got: “Ayşe Nurê digot min gelek tişt zanîbû lê bi nêrîneke cuda lênerîn li vir hîn kir. Ajandayek wê ya kalin hebû. Her tişt bi rêk û pêk not digirt. Ajandaya xwe dida pişt serê xwe. Diyaloga wê bi Gurbetellî Ersoz re baş bû. Xwişka Ayşa zanebûn dijiya. Rojekê di axaftinek xwe de gotibû ‘ ez jî nêzî rastiya xwe dibim’.”
Sadegul jî wiha got: “Du hevalên me dengê wan xweş bûn. Piştî nîvro ji wan re digot stranan bibêjin. Pir henek dikir. Tevî ku salên wê mezin bû, li hember henekên me nedixeyîdî. Ji jiyana me ya bi rêxistin gelek bandor bibû. Dema hevserê wê Ragip Zarakolu hat hevdîtinê em hemû dabûn nasîn. Her tim jiyana komunal vedigot.”
‘Veqetîna wê cuda bû’
Jinan di dawiya axaftinên xwe de gotin ‘şehadeta wê kevneşopiyek nu da destpêkirin’ û got ne tenê jinên şoreşger divê her jin wisa bê oxirkirin. Hat diyar kirin ku jiyana wê cuda bû ji ber vê jî veqetîna wê jî cuda bû.
(hu)