'Berxwedana bakûr bi hêza jinê bi ser bikeve'
10:44
Şînda Ebdulah/JINHA
DIRBÊSIYÊ-Endamên Mala Jinê ya bajarê Dirbêsiyê êrîşên li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi taybet li ser jinan tê kirin, şermezar kirin û gotin, "Heya em jin yek-destbin, wê tucaran êrîşên wan bi ser nekevin."
Jinên bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê têkîldarê êrîşên li bakûr û Rojavayê Kurdistanê nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku heya yekitiya jinan hebe ti êrîş wê bi ser nekeve. Rêvebira Mala Jinê Şemsê Firat têkîldarê mijarê wiha got, "Armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Bakûr û Rojavayê Kurditanê ew e ku gelê Kurd tune bikin. Bi taybet êrîş li ser jinan dikin, dixwazin ku bi jinan gelê Kurd tine bikin . Lê bila baş bizanin ku jina Kurd tucarî bin nakevin, wê her bi serkevin, em niha ji her jinekê dixwazin ku di vê şoreşê de her xwe pîşbixin û xwedî li keda şehîdan derkevin."
Endama Mala Jinê Fatma Keliş jî wiha got, "Van êrîşên ku bi destên dewlata Tirkiyê li ser gelê Kurd tê pêkanîn, ez weke jinek Rojavayê Kurdistanê şermezar û lenet dikim. Çawa şoreşa Rojava bi jinê bi ser ket. Dê Bakûrê Kurdistanê jî bi vîna jinê ya azadiyê xwe bigihîne serketinê. Di vê barî de YPS-JIN jî roleke xurt dileyîze. Pêwîst dike ku her jinek li xwe û têkoşîna xwe xwedî derkevin û tevlî kar bibin ji bo her qadek xwe di şoreşê de bi serxîne."
Endama Mala Jinê Terfa Salih jî da zanîn ku şoreşa Rojava bi berxwedana jinan bi ser ketiye û wiha pêde çû, "Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê berxwedana gelê bakûrê Kurdistan pîroz dikin û dibêjin ku wê tucaran êrîşên dewleta tirk li ser kurdan, bi sernakeve. Em bi hêvîne ku jinên cihanê tevahî li hevdû û li xwe xwedî derkevin. Bi desteka jinan berxwedan bin nakevin, wê her û her biserkevin."
(en/rc)