DIKASUM gund gund digere û bi jinan re tê gel hev
10:48
JINHA
AMED - Jinan eleqeyek mezin nîşanî perwerdeyên DIKASUM'ê li navçeyan dayî despêkirin dan û daxwaza 'dîroka jinê' û mijarên cuda kirin.
Navenda Pekan û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan (DIKASUM) a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê li gundan di çerçoveya xebatên tenduristiyê û perwerda civaka zayendî de xebatên xwe dimeşînin. DIKASUM xebatên xwe yên perwerdê bi jinên gernendeyên şaredariyan re birêve dibin. Xebatkara DIKASUM'ê Zuhal Dogru got ku ew dê biçin hemu gundên navçe û navenda Amedê bigerin. Zuhal diyar kir ku jin ji van perwerdan memnunin.
'Me biryara domkirina xebata gundan da'
Zuhal bilêv kir ku armanca wan ew e ku bigihîjin hemû gundên Amedê û wiha berdewam kir: "Berî niha me li navçeyan û navendê perwerde dida. Paşê jî me biryara xebata gundan girt. Em bi navenda jinên gundan re ketin tekiliyê û me xebat xwe kirin. Em fêrbûn ka pewistiya jinan bi kîjan mijarên perwerdê heye, li gorî wê me perwerde li gorî pêdiviyên jinan da despêkirin. Mijara perwerda tenduristiya jinê, zayediya civakî, binpêkirina mafan, zewicandina temenê biçuk, şiddet û mijarên şîdetê avadikin me perwerde dan." Zuhal diyar kir ku ew bi jinan re bixwe axiviye û jin bêhtir pirsgirêkên xwe tînin ziman û wiha dom kir: "Gava em bi jinan re rû bi bû di axivin, em di cih de pirsgirêka çareser dikin. Dema agahî bi hev re tên kirin zanistiya me jî pêş dikeve."
Zuhal anî ziman ku ew 4 rojan xebatan li gundan dimeşînin û jin ji van perwerdeyan memnun in. Zuhal bilêv kir ku jin taleba perwerda dîroka jinê û mijarên cuda dikin.
'Em ê xebatên xwe berdewam bikin'
Gernendeya Xebatên Jinan û Malbatan ên Şaredariya Farqîne Çiçek Gerez jî got: "Armanca van xebatên me ji bo jin ji perwerda tenduristiyê sudê bigirin. Di heftiya borî de me li ser menepoz û zayînê perwerde da. Jinan ji mere gotin ku divê ev xebatên we li gundan dîsa berdewam bikin û dîsa werin gundan. Em ê xebatên xwe ji bo jinan berdewam bikin."
(dt/zt)