Li Nisêbînê teqîn
10:54
Gulan
10
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li taxên berxwdanê yên Nisêbînê teqînek mezin pêkhat, piştî teqînê bi wesayîtên zirxî li ser taxan gulebaran giran kirin.
Li Nisêbîna berxwedêr, şer giran e. Li taxa Firat a hatiye dorpêçkirin û êrîşên qirkirinê lê tên kirin, teqîneke dijwar rû da. Piştî teqînê, wesayîtên zirxî yên dor li taxê girtine, bombe li taxê barandin. Li ser teqînê agahiyeke zelal bi dest neket. Şerê li navçeyê bi dijwarî dewam dike.
(kom/zt)