Li Nisêbîna rengîn zarokbûn
11:38
JINHA
MÊRDÎN – Li warê qedîm yê Apê Musa Nisêbîna rengî dengê bomberanan qet nasekine. Li naçeyê av û ceyrantine û xurekên di depoyan de jî li ber qedandinê ye. Gel komun avakirine û zarok jî bi kovanên vala dilîzin. Li navçeya rukeniye zarokan tevî her tiştî didome û li navçeyê berxwedan didome.
Li Nisêbîna rengîn berxwedana rêveberiya xweser didome. Hêzên dewletê bi tanq û topan navçe dagir kirine û gel jî li dijî van polîtîkan brexwedana xwe didomîne. Li kolanên Nisêbînê degê bombeyan qet nasekine. Her wiha li kolanên Nisêbînê jî dengê dirûşmeyên zarokan tevli dengê bombeyan dibin. Ev 58 rojin li Nisêbînê polîtîkayên komkujiyê pêk tên û zarokên ku herî zêde di bin bandora vê de dimînin nekarin biçin dibistanan û mafê jiyana wan jî tê binpêkirin.
Komun hatin avkairin
Li navçeyê ne av ne elektîrike. Xurek jî her diçe kêm dibe. Hewcedarî ji aliyê komunun taxê tên peydakirin. Tevî bombeyan Nisêbînî fêrbûne ku di bin dengê bombeyan de bijîn. Di tenûrên ku tên pêxistin de bi teştan nan tê lêxistin, bi beroşan de xwarin tê çêkirin û gel bi hev parve dikin. Her kes wek hev dibêje ‘Em ti car teslîm nabin’.
Dîsa bi heman biryarbûnê li sahneya berxwedanê ne
Nisêbînê îlham daye bi dehan hunermendî û li ser gelek stran hatiye nivîsîn e. Bajarekî qedîme. Warê pîrê çapemeniya Kurd Apê Musaye. Nisêbînê di 1992’an de ji ber neheqiya di Newroza Cizîrê de hat jiyîn protesto bike, bi komkujiya Pira Şehîdan re hat ru û bedel da. Piştî salan şûnde dîsa di sahneya berxwedanê de ye. Ji ber vê ye ku evv 58 roje hîna li ser piyaye.
Zarokan felsefeya li ser piyan mabûnê hîn kir
Li navçeyê herî zêde zarok xwedî li berxwedanê derdikevin. Bi qedexebûnê re ji ber polîtîkayên komkujiyê, felsefeya li ser piyan mabûnê hîn kirin. Ji bo ku ji kolanekî derbasî kolanek din bibin çend saniye pêwiste, ji bo ku derbasî maleke din bibin, îcatkirina lîstikên nû hîn bûne.
Reva herî bi lez marîfetê mezin e
Zarok li kolanan vê ji hev dipirsin; Ti cureyê vê bombeya teqiyaye dizanî? Ez dizanim. Ti di çend saniyeyî de dikarî biçe kolana din? Ez leztir direvim. Li taxê yê herî bi lez diçe jî Ahmede. Ji bo nebe hedefa guleyan pir lez direve û li taxê yê herî lez direve tê nasîn.
‘Me diyarî nekir, me name nivîsî’
Ne êrîş ya herî zêde bandor li ser zarokan kiriye roja dayikan bûye. Esma ya 13 salî diyar dike ku ji ber diyarî ji dayika xwe re nekiriye name jê re nivîsiye. Esmayê got gelek xwestine diyariyê bikirin l3e ji ber dukan nevekiribûne, tiştek nekirine.
(hu)