Li Terana yê li gel astengiyan jî berxwedana jinan berdewame
11:42
JINHA
GURGUM - Berxwedana Terana Jêrîn ya girêdayî Gurgûmê a li hemberî wargeha pênabera ya ku AKP'ê dike ji bo çeteyan bi cîh bike di roja 47'emîn de li gel êrîşa berdewam dike.
Berxwedana Terana Jêrîn ya girêdayî navçeya Dûlqadîroglû ya Gurgûmê ya li hemberî wargeha pênabera ya ku AKP'ê dike ji bo çeteyan bi cih bike di roja 47'emîn de li gel êrîşa berdewam dike. Biryara Elewiya a ku li hemberî wargehê didome li ber vê yekê avakirina wargehê jî li ber xellaskirinê ye. Her wiha konteynirên ji bo pênaberan anîn heremê. Elewiyên heremê bi biryarin ku nahêlin wargeha DAIŞ û El-Nusrayê çêbikin. Gelek piştgirî jî ji gelek dewerên Kurdîstanê û Tirkieyeyê hatin lê ji hêla cendermeyan nehiştin têkevin herema Teranê. Di nav wan de HDK, HDP û gelek sazî û komeleyên Elewiyan jî hêla polîs û cendermeyan hatin astengkirin.
Welatiya bi navê Tulay Aydin (29) ya ji heremê bang li hemû welatiyên Elewî kir û got ku bila her kes dev ji nasnama xwe yî siyasî berdin û werin tevlî berxwedanê bibin. Tulay da zanîn ku hinek kesên xwe di nava berxwedana li hemberî wargehê rê didin bi zaneyî zirarê didin wan û wiha got: "Divê hemû Elewiyên heremê rabin ser piyan û berxwedana xwe xurt bikin. CHP di serî de pêşiya berxwedêran digire û bi dewlet û rayedaran re ketinin têkliyê û li hevkirinin. Her wiha gelek hevalên me ji hêla van kesan hatin deşîfrekirin."
'CHP bi rayedarên dewletê re li hevkirinin'
Tulay bi lêv kir ku wargeh hatiye ber xelaskirinê û wiha axivî: "Ev mehek û nîv em li ber xwe didin. Lê mixabin hinek kes ê ku di nav me de alîkariya wan dikin. Li gel berxwedanê dixwazin teslîmyetê bikin. Serê vana hemûyan CHP'î dikşînin. Dixwazin berxwedêran şûnd ve bikşînin. Dema leşker êrîşî me dikin me rê wan didin û me deşîfre dikin. Heta niha tu kes ji wan nehatinin binçavkirin. Ji vana yek jê keyayê gunde. Em dixwazin van kesên durû herema me terk bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
'Dem dema berxwedanê ye'
Tulay dest nîşan kir ku ciwan, zarok, jin, mêr di nava berxwedanê de ne û got divê hemû kes bi heman armancê têkevin nava vê berxwedanê. Tulay anî ziman ku bang li hemû Elewiyan kir ku wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em hemû Elewî bi heman xwestek û armancê tevbigerin û berxwedana xwe xurt bikin. Divê armanca me yî yekem hatin çeteyan asteng bikin û em nehêlin ev wargeh bê çêkirin. Her wiha xwezaya me jî tê talan kirin. Ên bixwazin werin vira divê ewilî nasnama xwe yî siyasî li kêlekê dîne û were. Armanca me siyaset e. Lê mixabin CHP her tim li hemberî disekinin û ji bo ev wargeha pêk were her tiştî dixin meriyetê. Divê her kes hişê xwe bidin serê xwe û bibin yek. Werin em berxwedana xwe mezin bikin. Dem dema berxwedanêye. Ger em bibin yek tu kes nikare bi me."
(zt)