'Em ê di riya zarokên xwe de bimeşin'

11:58

JINHA

EDENE - Jinên bi boneya Roja Dayikan li Seyhanê li hev kom bûn, balkişandin ser êrîşên li Kurdistanê berdewam dikin û gotin "Zarokên me ji bo em dilşad bibin canê xwe feda kirin. Em ê jî di riya zarokên xwe de bimeşin û têkoşîna wan berdewam bikin."

Jinên KJA yê, Dayikên Aştiye û jinên endanên MEYA - DER'ê bi boneya Roja Dayikan li ber avahiya Seyhan a Edenê li hev kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê dayikan endama KJA yê Emîne Adibeli Roja Dayikan pîroz kir û got: "Gava zarokên me çûn gotin 'Li pey me ne girîn.' Zarokên me çiyayên Kurdistanê bi gula xemilandin û gul jî bi xwîna xwe avdan. Em tucar nikarin mafê bibin layêqê wê fedayîbûna wan. Roja Dayikan ji bo dayikên ku zarokên wan hatine qatilkirin ti tiştekê îfade nake. Daxwaza dayikan tenê ew e zarokên wan li gel wan bin. Zarokên me li kolanan qetildikin, di avêjin girtîgihan. Ji bo wê jî zarokên me naçar dimînin bere xwe didin çiya û şer dikin. Dayik jî li kolanan tên qatilkirin û cenazeyên wan bi rojan li kolanan dimîne.

Hevseroka HDP'ê ya Edenê Suzan Kiliç jî diyar kir ku jin di vê sedsalê de êşan dikşînin û wiha dom kir: "Ji bo em dilşad bin zarokên me ji canê xwe feda kirin. Em ê di riya zarokên xwe de bi meşin û têkoşîna wan berdewam bikin."

Piştî axaftinan bi lorînên dayikan civîn bi dawî bû.

(dt/zt)