Li Mexmûrê kelecana girtina karneyan a zarokên dibistana dayikê

13:50

JINHA

MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê xwendevanên dibistana dayîkê karneyên xwe yên dawiya salê girtin. Di merasîma karnegirtinê de zarokan strana "Em zarokên Rêber Apo ne" gotin.

Li Wargeha Penaberan a (Şehîd Rûstem Cudî) Mexmûrê 5 dibistanên dayikê ku 353 xwendevanan têde dixwînin. Dibistanên dayikê bi mersîmekê karneyên xwendevanên xwe dan û ketin betlaneya salê. Merasîma karneyan li Weqfa Jinên Mexmûr bi deqeyek rêzgirtin a ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane hat destpêkirin. Di merasîmê de Endama Meclîsa Îştar Şîlan Rojinda axivî.

Şilan balkişand ser giringiya perwerdê û wiha got: “Di dema derbasbûyî de digotin karê herî pîroz karê civakiye. Di nav van karan de jî karê herî bi nirx û bi wate karê perwerdehiyê ye. Lewra Rêber Apo jî dibêje; 'Perwerde ji bo civak, ji bo mirov erkeke û mafekî herî pîroze.' Di roja me ya îro de eger li cîhanê ewqas nexweşî, xwînrijandin, zordarî û serdestî pêş ketibe, bê guman sedema wê a sereke pirsgirêka perwerdeyê ye. Di roja me ya îro de sîstemên dagirker ev mafê me yê perwerdehî, erkê pîroz a perwerdeyê ji civakê dizî ji ber vê jî sedema mezinbûyina pirsgirêkên civaka me jî vaya ye. Ji destgirtina mafê perwerdeyê ya ji civakê ye. Ji bo we jî perwerde bi dawî nebûye, hê berdewam dike. Divê em perwerdê di jiyana xwe xwe ya rojane de jî bidomînin û em careke din serkeftinê dixwazin."

Piştî axaftinan xwendevanan bi malbatên xwe re karneyên xwe wergirtin û merasîm bi stranên zarokan a yên weke "Em zarokên Rêber Apo ne" û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(zt)