Welatiyên astengdar 'ji şer re dibêjin na'
14:45
JINHA
AMED - Saziyên astengdaran bi boneya Hefteya Astengdaran a Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin ku şerê li Kurdistanê herî zêde jî bandor li ser jiyana astengdaran dike.
Bi boneya çalakiyên Hefteya Astengdaran a Cîhanê, Federasyona Astengdarên Demokratîk (DEF), Meclîsa Astengdaran a Konseya Bajêr (KKM) û Miduriyeta Şaxa Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Sumerparka Amedê civîna çapemeniyê ya hevbek lidarxistin. Koma astengdar di daxuyaniyê de pankartên "Ji bo bajarê azad ji dagirkirinê re na" û "Riya min veke, min asteng neke" rakirin. Li ser navê komê Hevseroka DEF'ê Hatîce Betul Çelebî axivî û destnîşan kir ku hêmaya çalakiyên îsal "ji şer re na" ye. Betul di axaftina xwe de balê kişand ser polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê û got şerê li herêmê bandor li ser kesên astengdar dike. Betul anî ziman ku daxwaza wan ew e ku şer û hilweşîna li herêmê bê rawestandin.
Piştî daxuyaniyê kom ji bo çandina şitlan çû Daristana Bajêr.
(zt)