Ruken Pepule: Em şopdarê Şîrîn Elemhulî ne

15:12

JINHA

QENDÎL - Endama Koordînasyona KODAR’ê Ruken Pepûle ji bo bîranîna Şirîn Elemhûlî de hemû jinên li hemberî deshilatiyê serî netewandine û di oxira wê de canê xwe fedakirine bibîranî û got; “Berxwedaniya wan hevalan şerê ji bo xwebûn û bidestxistina çand û nasnameya gelê Kurd bû. Rejîm kurdan wek nasname qebûl nake û têkoşîna wan jî li dijî vê yekê bû."

Di 9'ê Gulana sala 2010'an de 4 têkoşerên Kurd Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan li Girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Ji bo bîranîna wan li her çar aliyê Kurdistanê çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Endama Koordînasyona KODAR’ê Ruken Pepule jî têkoşerên li ber sêdara deshilatan li ber xwe dane bibîranî û di derbarê wate û giringiya çalakiya wan de nirxandin kir.

Ruken ji bo sekna Şîrîn û hevalên wê wiha axivî: “Hevala Şirîn di nava malbatek welatparêz de li Makoyê hatiye dinê û bi hestên welatparêzî mezin bibû. Ne tenê bi berxwedaniya xwe li girtîgehê bû fedayî, di salên xwe yên nava refên gerîla de jî, bi sekna xwe ya milîtanî mînak bû. Ji bo bigihêje sekna milîtantiya jina azad têkoşîn kir. Dîroka jina Kurt tije berxwedaniye. Şirîn berdewama wê rêkê û dîroka berxwedaniyê bû. Hevala Şirîn bi îlhama ji çanda berxwedaniya jina Kurd bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, li hember dijmin serî netewand. Ne tenê ji bo jinên Kurd, Şirîn Elemhûlî ji bo hemû jinên Îranê yên wek Fars, Azerî, Ereb û Belûç jî bû çand û rêya têkoşînê. Şirîn cesaretek pir mezin da jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.”

Ruken balkişans ser zoriyên jinên Îranê dibînin û wiha doman kir: “Jin li Îranê bi her cure şîdetên wek qetil, recim û darvekirinê re rû bi rû ye. Hevala Şirîn bû dengê qêrîna tevahiya jinên Îranê li hemberî vê şîdet û zilmê. Piştî Şirîn ev çand berdewam kir, wek mînak mirov dikarê vê seknê di kesayeta Reyhane Cebarî de jî bibîne ku bixwe jinek Fars bû. Ew jî bi heman şîdetê re rû bi rû bû û bi heman şêwazê li hember wan sekinî. Reyhane bû şopdara çanda Şirîn Elemhûlî. Ferînaz Xosrewanî jî herwisa. Rejîma Îranê yekane rêya ku di dane pêşiya jinan, teslîmgirtinê. Lê belê rêbazê têkoşîna Şirîn û jinên berxwedêr ev siyaseta rejîmê vala derxistiye.

Rêya wan rêya heqîqet û azadiyê ye. Emê vê rêkê bişopînin. Xeyalên wan Kurdistanek azad û Îranek demokatîke, emê ji bo pêkanîna van xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin.”

(zt)