TEV-ÇAND meşeke girseyî lidar xist

18:03

JINHA

GIRKÊ LEGÊ- TEV-ÇAND a Rojava ji bo bîranîna Hozan Mizgîn festîvala govendên Kurdistanê a Rojava li dar dixîne. Yekemîn pêngava festîvalê bi meşeke girseyî destpêkir.

Tevgera Çand û Hûnerê di salvegera bîranîna Hozan Mizgîn de festîvala govendên Kurdistanê a Rojava da destpêkirin. Wek yekemîn pêngava vê festîvalê jî endamên TEV-ÇAND'ê meşeke girseyî lidar xistin. Ev meş nerazîbûna êrîşên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê û girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve, nîşan kir. Meş ji Navenda TEV-ÇAND a Arama Tîgran li bajarê Girkê Legê, bi pankartên 'Girtina Sînor ne Taybetmendiya Kurdan e', 'Bi govendên Azadiyê em ê piştgiriya berxwedaniya Bakûr bikin' û 'Rojava welatê gelan e' dest pê kir.

Di meşê de xwepêşandaran cil û bergên Kurdî yên herêmên cuda yên Kurdistanê li xwe kirin û li ber dengê def û zirneyê di nava kolanên bajarê Girkê Legê de geriyan. Di xwepêşandanê de durişmeyên piştevaniya berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê û şermezar kirina girtina sînor ji aliyê PDK'ê ve dengê xwe bilind kirin. Şêniyên bajarê Girkê Legê jî xwepêşandan bi dirûşmeyan pêşwazî kirin.

Meşa endamên TEV-ÇAND'ê li navenda bazar bi dawî bû. Tê payîn îro seat 19'an jî konserek ji hêla endamên TEV-ÇAND'ê ji bo bîranîna Hozan Mizgîn li Girkê Legê organîze bibe. Dê ev konser bi awayeke zindî di televîzyona Ronahî tv de were weşandin.

(rd/rc)