15 kesên di teqînê de birîndarbibûn rakirin nexweşxanê

18:24

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya navendî ya Yenîşehîrê ya Amedê li ser riya Xarpêtê di dema derbasbûna otobusa zirxî de, teqînek dijwar pêk hat. Di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê 15 polîs birîndar bûne.

Li navçeya navnedî ya Yenîşehirê ya Amedê, li ser Kolana Dîcleyê li nêzî 7'emîn Fermandariya Leşkerî dema otobusa zirxî ya polîsan derbas dibû, teqîneke dijwar pêk hat. Di teqînê de, li gorî agahiyên destpêkê, 15 polîs û hin sivîlên li der û dorê birîndar bûn. Ji ber teqîna dijwar avahiyên derdorê jî xesarek mezin dîtin. Hat hînbûn ku di teqînê de 15 polîs di navde hin sivîl jî birîndar bûn. Piştî teqînê bi dehan ambûlans çûn cihê buyerê û birîndarên li herêmê rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyê din nûçegihana DÎHA'yê Diyar Balkaş dema ku li Amedê geşedanên têkîldarî çalakiya ku li dijî wesayîta zirxî ya polîsan dişopand ji aliyê tîmên taybet ve hate astengkirin. Polîsan nûçegihana DÎHA'yê li erdê dirêj kirin û kameraya wê desteser kirin. Tîmê taybet gefa "Ez ê gule berdim serê te, tu kes jî tiştekî ji min re nabêje, heta 3'yan ez ê bihejmêrim heke neçî ez ê te bikujim" li nûçegihanê DÎHA'yê xwar.

(rc)