Hozan Mizgîn li Efrînê hat bîr anîn
18:45
JINHA
EFRÎN- TEV-ÇAND li Kantona Efrînê bi armanca bîranîna Hozan Mizgîn merasîmek bîr anînê li dar xist. Merasîma bîranînê li Navenda TEV-ÇAND'ê pêk hat.
Bi wesîleya bîranîna 24. salvegera Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê li Kantona Efrînê merasîmek hat li dar xistin. Merasîma ku li Navenda TEV-ÇAND'a Efrînê pêk hatî, endamên navenda çand û huner, nûnerên sazî, rêxistin, Seroka Desteya Jinê Fatma Lekto, Saziya Malbatên Şehîdan, Desteya Karê Civakî û gelek welatî beşadar bûn. Salona navendê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hozan Mizgîn û kesên ku di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hate daliqandin. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtin despêkir rastî eleqeyek mezin hat. Di merasîmê de têkoşîna azadiyê a Hozan Mizgîn hat vegotin û li ser kesayeta wê yê şoreşgertî û fermandartî weke jin hat nîqaş kirin.
Di dawiyê merasîmê de Koma zarokan a bi navê Şehîd Mizgîn derket ser dîkê û stranên xwe pêşkêş kirin. Merasîma bîranînê bi çepik û tilîliya dayîkan bi dawî bû.
(fr/cc/rc)