Gerilayên YJA-STAR'ê: Em di rêya Fermandar Mizgîn denin
09:11
Şengar Biradost/JINHA
KERKUK - Gerilayên YJA-Starê yên eniya Kerkuk Hozan Mizgîn bibîranîn û gotin: "Di nava têkoşîna jinê de heval Mizgîn hem hunermedî û hem jî fermandarî kiriye. Divê em weke hevalên jin yên şopdar karibin di roja îro de li mirasa wê xwedî derkevin."
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) a ku di nava têkoşîna jinên fermandarî û hunermendî di kesayeta xwe de tacîdarkirî ji bo jinên ciwan bûye rênîşandan. Yekem Fermandara YJA-Star ê Hozan Mizgîn a ku di 11'ê Gulana sala 1992'an de li Tatwana Bedlîsê di pevçunekê de jiyana xwe jidest dayî her sal li her çar aliyê Kurdistanê li gelek deveran ji aliyê jinan ve tê bîranîn. Gerilayên YJA-Star ên eniya Kerkukê yekem fermandara xwe Hozan Mizgîn bibîranîn, di derbarê pêşengî û hunera wê de nirxandin kirin.
'Di eniyên şer de giyana Fermandar Mizgîn xwe dide jiyandin'
Gerilaya YJA-Star ê Ruken Nûda da zanîn ku ew li ser şopa Hozan Mizgîn dimeşin û wiha domand: "Di serî de ez di kesayeta hevala Mizgîn de bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînim. Ji bo salvegera şehadeta hevala Mizgîn mirov dikare bejê fermadarek têkoşerbû û pêşenga gerîla bû. Bi çend gotinan be jî mirov dikare hevala Mizgîn bi bîrbîne. Hevala Mizgîn hem şoreşger û hem jî hunermend di çiyayên Kurdistanê de têdikoşiya. Di salên 1990'an weke jinek hem hunermend û hem jî fermadarî kirina wê pir asteke bilind de berpirsiyarî daye ser milê xwe. Di nava têkoşîna jinê de hem hunermedî û hem jî pêşengî kiriye. Em weke hevalên jin yên şopdar karibin di roja îro de li mirasa wê xwedî derkevin. Dema ku hevala Mizgîn di malekê de hatî dorpêçkirin tev ku karî xwe rizgar bike jî ji bo ku ew mala tê debû ziyan nebîne xwe feda dike. Ev jî bi nirxên gel ve girêdan û heskirna gelê xwe ye. Em jî wek şopdarên wê, giyana wê ya nimuneyî bingeh girtin ji bo me pir giring e. Potansiyela me heye ku em weke jin rihê hevala Mizgîn bidin jiyandin.
'Em şopdarên Fermandar Mizgînin'
Feraşin Berfîn jî hemû şehîdên meha gulanê bi bîr anî û wiha axivî; "Yekemîn Fermadnara YJA -Star hevala Mizgîn e. Hem fermandar hem jî hozane. Ji ber ku hemû tevlîbûn li ser şopa heval Mizgîn çêdibe. Hevalên niha jî tevlî nava têkoşînê dibin pêşketin û stranên wê ji xwe re bingeh digrin. Em endamên YJA Star ê jî dixwazin li ser şopa şehîdên meha Gulanê û şehîd Mizgîn bimeşin. Em niha dema ku li Bakurê Kurdistanê dinêrin têkoşînek pir mezin ji me tê xwestin. Ger ku em li ser şopa hevala Mizgîn bimeşin û wê ji xwe re bingeh bigrin mirov dikare pêşeketinên pir mezin ava bike.
'Hozan Mizgîn di nava lêgerîna çand û heqîqetê debû'
Rojîn Amed jî balkişand ser giringiya meha gulanê di dîroka PKK'ê de û wiha dom kir: "Di despêkê de ez bejna xwe li ber hemû şehîdên meha Gulanê ditewînim. Hevala Mizgîn Fermadnara Herêma Gerzanêbû, ev jî di nava artêşa giştî de hêza jinê îfade dike. Mirov dikare di kesayeta heval Mizgîn de hem xwedîderketina çandê û hem jî lêhurbûna heqîqetê bibîne. Em giyana wê ya fedayî ji bo xwe weke mînak dibînin. Dema heval Mizgîn tê gotin, hunera rast û rast dayîna naskirin tê hişê mirov. Di çand û dîroka me de ew tiştên windabûyî, hevala Mizgîn carek din di kesayeta xwe de ji nû ve jîndar kir. Heval Mizgîn bi sekin, cil û bergên xwe dide diyarkirin ku çanda kurdî çawa ye. Di kesayeta jinê de pêşengtî dikir, li gel wê jî çand û huner dida jiyan kirin."
Rojîn bilêv kir ku niha jî giyana Mizgîn li Bakurê Kurdistanê ji nû ve şîn dibe û wiha pêde çu; "Niha jî li Bakurê Kurdistanê şerek pir dijwar tê meşandin, bi berxwedana destanî bersivdanan êrîşan li ser şopa Fermandar û Hozan Mizgîn berdewam kirine. Bi taybetî jî di çand û hunerê de şerek dijwar tê meşandin. Di vir de jin çiqas pêş dikeve hem wek sembola wê û hem jî em wek gerilayên YJA Starê ev rastî fême kirin û meşandin û li gorî wê tevlîbûn û xurt bûn tê xwestin. Hem ji aliyê fermandarî û hem jî ji aliyê çand û hunerê ve rêya Fermandar Mizgîn pêşxistin giring e. Ji ber ku heta niha çand û huner pêşxistiye. Bi vê jî bû peşenga jinan û gelan. Ji bo wê jî em hêzek pir mezin ji Hozan Mizgîn digrin û li hember bîranîna wê bejna xwe ditewinin."
(zt)