Atoliya dirûnê ya xweser li Kobanê vebû

09:12

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ- Bi pêşengiya Desteya Jinê li Kantona Kobanê atolya dirûnê ya xweser hat vekirin. Di atolyê dirûnê de 10 jin dest bi xebatê kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê xebatê înşayê ku bi pêşengiya jinan tê rêvebirin, her ku diçe rêxistinbûn û sazîbûna xwe berfirehtir dike. Li Kantona Kobanê bi armanca pêşixstina aboriya jinan û projeyên xweser bi pêşengiya Desteya Jinê atolya dirûnê hat vekirin. Di Atolyeyê de 10 jinan dest bi xebatê kirin. Jinên di atoliyeyê de dixebitin kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin jin bi xebatên xweser dikare aboriya xwe pêşwazî bike û piştgirî bide malbatê xwe jî.

'Ez pêdiviyê mal pêşwazî dikim û bawerî bi xwe tînim'

Rêvebera atolya Fîdan Bîrgil diyar kir ku ew rojê 8 saetan dixebitin û got 11'e makîneyên wan ên dirûnê hene. Fîdan da zanîn ku ew ji bo jinan bi taybet cilan didirûn û wiha domkir, "Em du jin li atolyê erka berpirsyariyê digrin ser milê xwe." Fîdan anî ziman ku hevjînê wê di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê jiyana xwe ji dest daye û wiha pêde çû, "Ez bi vê xebatê re hem pêdiviyê malê pêşwazî dikim, hem jî bawerî bi xwe tînim. Ji vebûna atoliya dirûnê gelek kêf xweşim."

'Divê tevahî jin tevlî xebatê înşayê bibin'

Yek ji xebatkarê atolya dirûnê Emîne Mihemed jî bang li tevahî jinan kir ku tevlî xebatê bibin û wiha got, "Karê dirûnxaneyê pir xweş e û em bi keda xwe pêdiviyên jiyana xwe jî bi dest dixin. Divê tevahî jin tevlî xebatên înşayê bibin û qadên xebatê berfireh bikin."

(lç/rc)