Mizgîn Tahîr: Ezê ji bo gelê xwe hinek tiştan bikim

09:13

Rojda Oguz/JINHA

STENBOL - Di serdemeke ku muzîka Kurdî serkeftinên mezin bidest dixe, dengê zelal yê Mizgîn Tahîr ku ji nava şer û kavilan de bilind dibe, bi nasnameya wê ya polîtîk re dibe yek. Mizgîna ku têkoşîna xwe bi nasnameya xwe ya hunerî dike yek, wiha dibêje: “Gelo ez çiqas dikarim layiqê gelê xwe, şoreş, berxwedan û tevgerê bim? Di mijara ku ez bibim layîk hêviya min heye. Ezê ji bo gelê xwe hinek tiştan bikim.”

Yekem hunermenda operaya Kurd Mizgîn Tahîr, dengê wê yê ku ji bîhna dirêj û xweş ya dengbêjan tê, di pêşketina muzîka Kurdî de gelek girîng bû. Mizgîn Tahîr yek ji tevlîkerên pêşeng ya Mîhrîcana Kurd a 7-15’ê Gulanê de li Stenbolê pêk tê ye. Mizgîn Tahîr ji bilî deng û şîroveya xwe, kesayeta xwe ya polîtîk û pêvajoya zor û zehmet a gelê Kurd nirxand. Mizgînê wiha got: “Li dijî vê zext û komkujiyan, li dijî êrîşên çandî, gelek zehmeteke ku gelê Kurd xwe biparêze. Berpirsyariyeke mezin pêwiste. Berpirsyarî di heman demê de dikeve ser milê hunermend û rewşenbîran.”

‘Ez dixwazim qîr bikim’

Mizgînê bi lêv kir ku pêvajo ji bo gelê Kurd gelek zehmete û divê hunermend û rewşenbîr dengê gelê Kurd bi cîhanê bidin bihistin , lê di pêvajoyeke bi zext de hilberandin zehmete.Mizgînê wek xwerexnedayînê got ku ew ji bo dengê gelê Kurd nebûne bersiv û balkişand ser destana Keleha Dim Dimê û got: “Tiştên li Keleha Dim Dimê hatin jiyîn, piştî ku pêvajoya bi êş qedya şûnde hatiye bihistin.”

Mizgînê da zanîn ku ew wek hunermendekê nekare li dijî polîtîkayên şer yên gelê Kurd pê re rû bir rû maye bêdeng bimîne û hunermend û rewşenbîr jî dixwazin li qadên mîtîngê biqêrin, dengê xwe bilind bikin.

‘Divê ji êrîş û zextan re bibin bersiv’

Mizgîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Kurdistana ku polîtîkayên şer tên meşandin, huner nabe bersiveke têr û tije. Her tişt bi giştî di bin zextan de ye. Em hunermend li dijî van zext, êrîş û êşan nabin bersiv. Beşdarbûnên Mîhrîcana Kurd kême.Niha ez hatim Stenbolê mîhrîcanê, lê beşdarbûna gel tine. Heman rewş ji bo Amedê jî derbasdare. Li Amedê jî heman rewş heye. Gelê me beşdar nabe. Divê em tiştekî bikin. Gel beşdarî çalakiyên kolanê dibe, lê tevli şano û konseran nabin.”

‘Jiyan ne tenê xwarin, nan û av e’

Mizgînê bi lêv kir ku ew wek panelîst beşdarî mîhrîcanê bûye û got beşdar bûn gelek kême. Mizgînê xemgniya xwe wiha anî ziman got: “Divê em nava gel de zêdetir bixebitin. Li Stenbolê pir zêde Kurd hene. Ev mîhrîcan û konser ji bo wan tên kirin. Divê bi awayekî aktîf beşdar bibin. Ev huner ji bo wan e. Ez wan fêm dikim. Ji welatê xwe durin. Hewl didin di alî aborî de li ser piyan bisekinin. Lê jiyan ne tenê av, nan û xwarine. Jiyan çande, jiyan fikre, jiyan ahlaqe, jiyan sekne.”

Mizgînê di dawiya axaftina xwe de got têkildarî komkujiyên Kurdistanê de helbest nivîsiye û hunermendên li Amedê helbesta wê xwendine.

(hu)