Tenê daxwaza dayîka Hatîce ya 80'ê salî xaniyek e…
09:14
Ruken Tuncel/JINHA
STANBOL - Hatîce Ozcan bi temenê xwe ya mezin ev 15 sale li kolalên Stanbolê ji bo debara xwe bike mendilan difîroşe. Hatîce ya ku berî 2 heftî xaniyê wê hilweşiya û bi rojan e li kolan û pansiyonan dimîne bang li xêrxwazan kir û got; "Tenê xaniyek ku ez bikaribûm pereyê wî bidim bidin min."
Hatîce Ozcan (80) ku bi eslê xwe ji Dîlokê berî 15 salan bi malbata xwe re hatin Stanbolê û jiyana xwe li vir berdewam kirin. Dema ku Hatîce hevjînê xwe winda dike ji bo debara xwe dest bi xebatê dike û ev 15 sal e li kolanên Stenbolê mendîlan difiroşe û zad dibe mala xwe.
Her çi qas Hatîce bê kes û bi tenê bê dîtin jî ew ne bêkes e, 4 kurên wê hene. Hatîce berî 20 salan kurê xwe yê mezin ji ber nexweşiyê winda dike û navê wî li neviyê xwe Murat dike. Ew kurên din jî bi salan e windane û kes nîzane li ku der in. Hatîce bi du neviyên xwe re bi tena serê xwe di bin jêrzemîna avahiyekê de stara xwe dikin. Lê piştî ku avahî tê firotin û hilweşandin Hatîce û du neviyên xwe li kolanan dimînin. Hatîceya ku bê mal û bê debar dimîne bi rojan li kolan û dema pereyên wan çêdibe li pansiyonan dimînin. Hatîce bi israrî dibê je ku ew ne parsêk e tenê xaniyeke ku bikaribe perayê wî bide jê re lazim e.
'Hemû tişt li pey hev hat'
Dayîka Hatîce serpêhatiyên xwe yên ku ji Dîlokê heya Stanbolê bi çavên tîjî hêstir û dengek lerzok wiha bi me re parve kir: "Ez qet ne çûm dibistanê. Hemû zarokatî û ciwaniya min li mal di karê mal û karê cotkariyê de derbas bû. Ez zarokatiya xwe de hatim zewîcandin. 4 zarokên min çêbûn. Kurek min ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Yên dîn jî zewîcin û dev j imin berdan çûn. Ez nîzanim li ku der in. Du neviyên min hene. Bûka min Oya ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Ez û her dû neviyên xwe bi tena serê xwe man. Derfeta mink u ez wan bişeynim dibistanê tune ye ji ber vê yekê min wan ji dibistanê derxist. Hemû tişt li pey hev hat."
'Tenê derdê min neviyên min in'
Dayîka Hatîce axaftina xwe wiha berdewam dike: "Pişt re em hatin Stanbolê. Hevjinê min dixebitiya û debara me dibû. Dema jiyana xwe ji dest da em ji derve ve man. Neviyên min di temenên xwe yên biçûk de dest bi kar û xebatê kirin.yek di dikanê de yê di jî di qexwexaneyê de xebitî û min jî li kolanan mendîl difirot. Ez hê jî mendilan difiroşim lê neviyên min ji ber temenên wan biçûk in kes kar na de wan û naxebitin. Ez bi firotina mendilan rojê 15-20 kuruş kar dikim. Murat û Denîz jÎ li cem min dimînin. Hemû dert û kulên min neviyên min in."
Hatîce bang li xêrxwazan kir ku ne pere tenê xaniyekî ku bikaribin pereyê wî bidin jê re bibinin.
(ho)