'Tehdîdên weke yan hunê ji wê derkevin an jî bimirin dikirin'

09:40

JINHA

AMED - Cemile ya ku di dema qedexeya derketina kolanan ser Surê berdewam dikir 27 rojan di mala xwe de mayî diyar kir ku hêzên dewletê li Surê her cure zilim kirin û tiştên jiyankirî vegot. Cemile balkişand ser 5 mehin rakirina qedexeyê û got: "Li Surê dewlet li peyî çiye."

Li gel ku di 10'ê adarê de ji bo rakirina qedexeya derketina kolanan a ser Sura Amedê Werzîrê Karêhindir daxuyanî dabû jî 5 mehe qedexe berdewam dike. Sura xwediyê dîrok û çandek kevnare ku ji bo gelê Amedê xwediyê cihek giringe ji ber êrîşan bi tinebûnê re ru bi ru ye. Cemile Acir a ku ji dema qedexeya derketina kolanan di 2 yê Kanunê despêkirî de heya 29'ê kanunê ji mala xwe derneketî, hem tiştên jiyankirî vegot û hem jî pirsa "Hîna li nava Surê li çî digerin?" dike.

Cemile Acir a ku li gel du keçên xwe li taxên qedexe dijî da zanîn ku hêzên dewletê zilma neyê jişê mirovan kiriye û wiha domand: "Me nedixwest em malên xwe biterikînin. Lê dema ku em li wê mabana dê em kuştibana. Dema ku bi çekên giran êrîşî mala me kirin, ez li polîsan geriyam û min got; 'Em sivîlin'. Min navnîşana xwe dayê. Gotin; 'erê' lê hinek serde çu êrîşî mala cîrana min kirin. Weke ku henekê xwe bi me bikin. Bi gotinên weke; 'Yan ji wê derkevin, yan jî hunê bimirin, ew ev xwestiye' em tehdîd dikirin. Hemû depoyên me yên avê yên ser ban şikandin. Heta kincên me dayî tavê jî hemû gulebaran kirin ji hev derxistin."

'Tenê 'alîkariya' dewletê em gulebaran kirin'

Cemile bertek nîşanî nûçeyên mediyaya hewizê yên weke "PKK li sivîlan dixe, malan xira dike" û destnîşan kir ku tenê hêzên dewletê xirabî li welatiyên navçeyê kirine û wiha berdewam kir: "Yên mal xiradikirin û ziyan didan gel ne ciwanbûn, wan parçeyê nanê xwe bi me re par dikirin. Li wê dewletê li me dixist. Di dema qedexeyê de ez birîndarbûm. Ji ber parçeyên şarapnela li ber derê min ket, ez ji çok û ruyê xwe birîndarbûm. Ji ber wê hîna doza min berdewam dike. Dema ku em ji anva Surê derketin, em girtin binçavan, bi saetan li qereqolê hêlan. Ne xwarin, ne çay tiştek nedan me. Min bi xwe birînên xwe dermankir, ji ber dema ku ez çubama nexweşxanê de ezê girtibana. Dema ku em derketin jî em rehet bernedan. Di televizyonan de digotin; 'Em alîkariya kurdan dikin.' Lê me 'alîkariya' dewletê tenê gulebarandin dît."

'Li xezîne û tiştan di gerin'

Cemile wiha dom kir: "Bi hişmendiya 'Em çiqasî ziyanê bidin van mirovan ewqas başe' nêzî me dibin. Heta hêsinên di rê de dibînin jî difiroşin. Li gel kes di hindir de nîne jî qedexeyê ranakin. Gelo çima? Dewlet li Surê li peyî çiye, çima qedexeyê ranake? Li Surê malên nehatine xirakirin jî di vê dirêjkirina qedexeyê de xirakirin. Ev ji bo çiye, dewlet ji gelê kurd çî dixwaze? Despêkê li xezîne û tiştên biha digeriyan, paşê jî malan xiradikin. Li wê ciwanan tiştek xirab li me nekirin. Lê dewletê mala me xirakir. Li ser televizyonan dibêjin; 'Em xwişk û birane', xwişk û biratiya çî? Ne tenê mal û canê me, dewletê çavê xwe berdaye ser jiyana me ya li wê. Li wê tişta nehatî serê me nemaye. Bi her awayî zilim li me kirin, niha jî tenê daxwaza me ewe em biçin cihê mala xwe ya xirabe, lê destura wê jî nadin."

(zt)