Jinên Egitim Sen ê her heftî li atolya jineolojî ne
11:02
Beritan Canozer /JINHA
AMED - Jinên Egtim Sen'a Amedê li atolya jineolojiyê niqaşan dikin. Li atolyê nêzî 60 jin ser mijarên jin, civak û têgihiştina dîrokê niqaş dikin. Li gel ku li ser giringiya dîrokê nirxandin tên kirin mijarên girêdayî jinan jî tên nîqaş kirin.
Jinên Egitim Sen'ê li hember hişmendiya şidet û koletiya ser jinên, wek perwerdvanan ji bo ji xwendekaran re bibin çareserî dest bi xebata 'atolya jineolojî' kirin. Li Şaxa 2. a Egitim Sen ê nêzî 10 hefteye di navbera saet 16.00 û 18.00 bi tevlîbûna 60 jinên ji saziyên cuda perwerde tê dayîn. Bi giştî gava niqaşên Dîroka Jinê, Mîtolojî, Zayendiya Civakê, Femînîzm, Çand û Jin, Zanis û Jin, Kapîtalîst û Jin tên nirxandin di heman demê de albûma jinên ku di dîrokê de navên wan newin jibîrkirin tê çêkirin. Li gel jinên tevlî atolyê dibin mijaran diyar dikin, her heftî 2 jin ser mijarekê lêhurdibin û perwerde atolyê digirin ser milê xwe.
Sekretera Lijneya Jinê ya Rêveberiya Şaxa 2. a Egitim Senê Arzu Koç diyar kir ku piştî ew hatiye ser peywirdariyê xebatên atolya jineolojiyê pewist ditiye û anî ziman ku piştî civîn kirin biryara xebate atolya jineolojî dane. Arzu destnîşan kir ku jin tevlî xebatên qadên cuda jî dibin û wiha berdewam kir: "Me xwest em li vir bi hev re tecrûbên cuda parbikin. Em gihiştin 60 hevalê ku tevlî atolyê bibin. Em xebatên xwe bi sirkulasyon her heftî bi 30 hevalan re pêktin in. Teybetmendiyek herî xweş a xebata me heye. Em hemu jin bi rastî piştgiriyê didin hevhu û jin hevdu fêmdikin."
'Armanca me pirsîn û cudahî ava kirine'
Arzu diyar kir ku ew dîroka jinên veşartî digrin dest û anî ziman ku di xebatan de tevgerek cuda derket holê. Arzu bilêv kir ku ji dema atolye hatiye vekirin jin bi çar çavan li benda heftiya din dimenin û wiha dom kir: "Ez difikirim ev xebat bi encam derbas dibe. Di nav xebatên xwe de me komên ser mijarên cuda lêhurbûnê avakirine. Em perwerdê li ser pirtuka 'Jineolojiye Giriş' sudê dibînin. Di heman demê de jî ji çavkaniyên din jî feyde digirin. Armanca me guherîna hişmendiyê ye."
'Fêrbûn di jiyana me de cudahiyên mezin çêdike'
Endama Egitim Senê Arzu Can jî xebatên jineolojiyê wiha nirxand: "Di aliyê jineolojî de hîna serê min ne zelal e. Wek jinek armanca min jiyana xwe bi wate kirin û nêrinên xwe guherandine. Eleqeya jinan ji jineolojî re pir zêdeye. Ev xebat ji bo zanistiya jinê giringe. Gava em wek jinek tiştên jiyan dikin bînin ber çawan em ê giringiya jineolojî zanistiye bibîn in. Bi teybetî di derbarê dîroka jinê de em bûn xwediyê gelek agahiyan, di navan van agahiyan de jiyana me hat guhertin."
'Ez ji atolyeyên jineolojiyê hez dikim'
Ji jinên ku tevlî atolyê bûyî Ezgi Çelik jî anî ziman ku ew 10 heftiye tevlî xebatên atolyê bûye û wiha axivî: "Em bi hev re waneyên xwe amade dikin, carnan em guhdarvan û carnan jî axaftvanin. Ev xebat ji bo têgihiştina dîrok, civak û jinê gelek giringe. Ev xebat ji bo ku em jin li ser bersiva pirsa 'Em kine, cine û ji ku hatine vê astê' bigerin. Li gorî min ji bo her jinek xwe, civak û dîroka xwe nasbike divê di nava van atoliyeyan de cîh bigirin. Belê me berê jî hinek tişt dizanîn, lê li vêderê bi hevalên xwe yên jin re nirxandin gelek tiştên nû hîndibin. Ji bo wê jî ez gelek ji atoliyayên jineolojiyê hezdikim û dixwazim li her derê belav bibe."
(dt/zt)