Hevala Gîzem Yerîk: Hestiyariya wê wek ‘sûcê fikir û ramanê’ hat dîtin

11:05

Sîbel Yukler/JINHA

BURSA- Gîzem Yerîk di 26’ê Sibatê de bi zorê ji dersê hat derketin û girtin. Gîzem Yerîk piştî di hucreya yek kesî de hat girtin şûnde şandin Gebzeyê û piştî girtina wê ya 75 rojan şûnde runiştina wê ya yekem îro li Bursayê tê dîtin. Hevala wê Merve ku wê rojê ew jî di dersê de bû, diyar kir ku ew femînîsteke ku namzeteke hunermendiyê bû û dixwest balê bikişîne ser çîrokên mirovan. Merve da zanîn ku ev hestiyariya wê wek ‘sucê fikr û ramanê’ hat dîtin.

Gîzem Yerîk li Zanîngeha Uludag Fakulteya Hunerên Xweşik dixwend. Di 26’ê sibata 2016’an de ji dersê ji aliyê polîsan v hat girtin. Gizem birin qerekola Mudanyay3e. Hinceta binçavkirina wê jî parvekirinên wê yên çapemeniya civakî bû. Piştî îfadeyê bi sûcdariyên ‘heqeret li serokkomar kiriye’ û ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hat girtin û şandin girtîgeh Tîpa E ya Bursayê. Gizem li wir ji ber koxuşa siyasî tinebû, 6 rojan di hucreya yek kesî de ma û piştre şandin girtîgeha Jinan a Gebzeyê.

Li ser dosyaya wê biryara veşariyê heye û runiştina wê ya yekem îro saet di 13.30’an de li Edliyeya Bursayê tê dîtin. Hevalên wê di çapemeniya civakî de hatin cem hev û gotin ‘Gîzem Yerîk ne tenê ye’ û wê îro li ber Edliyeya Bursayê ji bo azadiya Gîzem bên cem hev.

Hevala Gîzemê ew roj vegot

Merve ku ev 15 sale dosta Gîzemê ye û di zanîngehê de li heman polê ne ew roj ji JINHA’yê re vegot: “Gizem hefteyek bû nedihat dibistanê. Roja înê 26’ê sibatê de hat. Du wesayîtên ekîb ên sivîl hatin. Gazî Gîzemê kirin. Hat polê got polîs min dibin.wisa ji dersê derket. Birin qerekola Mudanyaye. Mafê xwe yê neaxaftinê bikaranî. Parêzer Umut Beyaz hat, îfadeya wê hat girtin. Ji wir sewqî Edliyeya Mudanyayê kirin. Li wir dîsa îfade hat girtin. Saet di 22.30’an de hat girtin. Nasnameya wê ne ligel wê bû. Em çûn mal me nasnameya wê û çend cilên wê girtin."

Gîzemê destpêkê dibin girtîgeha Bursayê ya E tîpî û li wir xistine hucreya yek kesî.Merveyê diyar kir ku Gîzem 6 rojan di hucreyê de dimîne û ji ber koxuşa siyasî li wir tinebûye ew şandine Gebzeyê.”

Ji bo jinan li çareseriyê digeriya

Merveyê destnîşan kir ku aliyê mirovahî yê Gîzemê gelek xurte û got ji bo jinan her tim di nava lêgerînê de bû. Merveyê got Gîzem femînîste û li dijî meseleya jinê gelek hestiyare.

Hre wiha Merveyê anî ziman ku Gîzem di heman demê de namzeta hunermendiyê ye. Merveyê got li pişt Gîzemê piştgiriyek mezin heye û got ew bi hêviye ku wê berdin.

(hu)