Ji bo Cerena ji aliyê hêzên taybet ve hatî qetilkirin nobetê despêkir
11:46
JINHA
ENQERE - Ji bo Ceren Baran a 20 salî ku duh bişev li Kolana Konur ê ji aliyê hêzên taybet ve hat qetilkirin, jinên Mala Gel dest bi çalakiya nobeta jiyanê kirin.
Duh bi şev li Kolana Konur a nêzî Kizilay ê Ceren Baran a 20 salî ji aliyê polîstê tîma taybet Batuhan Hergul ve hat qetilkirin. Batuhan ê ku Ceren qetilkir paşê hewilda xwe bikuje.
Rêxistin û saziyên jinan ên ku bertek nîşanî qirkirinên jinan dan banga êvarî li Kolana Konurê çalakiya nobeta jiyanê kirin. Jinên Mala Gel jî li kolana Ceren hatî qetilkirin nobeta jiyanê dest bi nobeta jiyanê kirin. Jinan bi pankarta "Ev jiyan a meye, em dest jê bernadin" li cihê ku Ceren hatî qetilkirin qurnefîl danîn.
(zt)