Asya ya ku hêviyên Cizîrê dida jiyandin dê bê oxir kirin

12:01


portre...manşet/asya yükselin fotosu



JINHA

ŞIRNEXÊ - Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di êrîşên qirkirinê yên 79 rojan a li Cizîrê de di bodromên hovîtiyê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê piştî mehan şûnde hat teşîskirin. Asya wek Hevseroka Meclîsa Gel hewl dida hemû pirsgirêkên gel çareser bike û herî zêde jî li dijî şîdeta li ser jinê û zewacên zarokan têkoşiya. Gel bi edaleta wê bawer bû, pirsgirêkên xwe bi wê re çareser dikirin.

Ew yek ji jinên ku bi nêrîna şoreşger li civakê dinihêrt bû. Asya Yuksel ji bo vê peywira hevserokatiya meclîsa gel da ser milê xwe. Ew jî di temenê ciwan de zewicî û ji ber vê pir hesas nêz dibû. Ji bo vê jî wek Hevseroka Meclîsa Gel biryara qedexekirina ‘hêwîtiyê’ û ‘zewaca zû’ girt. Li dijî şîdeta li ser jinê û zewaca zarokan kolanên Cizîrê veguhert qada têkoşînê. Ew jineke ji nava jiyanê bû. Hemû jinan ew nas dikirin.

Bi kesayeta xwe ya mutevazî dihat zanîn

Asya Yuksel ku bi kesayeta xwe ya mutevazî tê nasîn ye ji jinên xwe ku daye ser şoreşê ye. Berjîn Demîrkaya ku li Cizîrê di bodroma hovîtiyê de hate qetilkirin digot: “Ger em bimirin wê ji me re bêjin sê jinên azad.’Asya Yuksel dayika du zarokan bû. Xwe amade dikir ku ji bo bibe sembola berxwedanê. Lê tenê fikarek wê hebû, dixwest baş li her du keçên wê bên mêzekirin. Dema qedexeyê dest pê kir, xwest biçe taxa Nur. Ji bo kes şûna wê negire bi lez çû taxê. Li taxa Nur ew Berjînê li gel hev bûn. Ya herî baş ew nas dikir Berjîn bû. Dema kedkarê tenduristiyê Azîz Yural hat qetilkirin pir xemgîn bû.
Li taxa Nur bi Berjînê re berpirsyarî girt ser xwe û karbeşî kir. Ji bo mirovan li taxên berxwedanê bide sekinandin mal bi mal digeriya û hewcedariyên wan diyar dikir.

Jiyana komunal hebû

Şert û mercên şer xurek diqedand. Ji cihekî xurek kişandina cihekî din zehmet bû. Tevî vê hewl dida. Asyayê her roj diçû ard dida malekê. Her roj ji jinekê re nan çêdikir. Dema malbat kêm bûn, êdî gotina bila her roj malek nan çêke. Malbatên YPS’iyan hebûn û tevî şer jiyanek komunal hatibû avakirin.
Asyayê ji lingê xwe jî pirsgirêk dijiyan. Lê gel mîsyonek li Asyayê bar kiribû û jê gelek tişt dipa.

Bi edeleta wê bawerî hebû

Jiyanê berdewam dikir. Asya li taxê bê navber dixebitî. Ciwanan bi Asyayê henek dikirin û digotin ‘serok ti nayê gel me, ti bi me re eleqeder nabî.' Gel pirsgirêkên xwe dibirin cem wê. Ji ber ku bi edeleta wê bawer bûn.

Daxwaza wê ya dawî ev ku baş li her du keçên wê bên mêzekirin û li pey wê bêjin ‘sê jinên azad’. Cenazeyê wê piştî mehan şûnde hat teşhîskirin. Li kolanên Cizîrê wê bi gotina ‘sê jinên azad’ bê oxirkirin. Tê payîn ku malbata wê ji Qilabanê bê û cenaze bigire.

(hu)