2. Festîvala Govendên Rojavayê Kurdistanê didome

12:26

JINHA

RIMÊLAN- Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn û endamên TEV-Çand'ê ên ku jiyana xwe ji dest dane, TEV-Çand Rojava 2. Festîvala govendên Rojavayê Kurdistanê lidardixe. Di festîvalê de bi amadebûna sedan kes ji Girkê Legê û Rimêlan bi coşek mezin didome.

Bi amadebûna komên stranan, endam û rêveberên TEV-Çand'ê, sazî û xelkên Girkê Legê û Rimêlan di festîvala govendên Kurdisatnê yên Rojava de şahiyek hate lidarixistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir û bi axaftinên mêvanan dewam kir. Paşê axaftin ji hêla hevseroka sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif ve hate kirin. Hediye despêkê berxwedana gelê kurd li Bakurê Kurdistanê silav kir û wiha dom kir: "Em berxwedana gelê xwe li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin, em 2. festîvala govendê jî li tevahî Rojava pîroz dikin. Gelê Kurd tevî hemû qirkirnên ku li ser pêk hatine jî parastina nirxên civakê û çanda xwe ya resen dikin. Gelê kurd bi rêya stran, govend, dîlan... û hwd çanda xwe ji windabûnê parastiye."

Endama rêveberiya TEV-Çand'ê Rûha Huseyîn jî 2. Festîvala govendan li tevahî gelê kurd û bi taybet li Rojava pîroz kir û wiha pêde çû: "24 sal li ser şehadeta Hozan Mizgîn û hevalên wê yên TEV-Çand'ê derbas dibin, ji bo bîranîna wan lehengan me xwest ku vê festîvalê lidarbixin. Hozan Mizgîn di dilê her mirovekî kurd de zindî ye, wekî yekemîn jin tevlî TEV-Çand'ê bû û di Koma Berxwedan de cihê xwe girt. Hozan Mizgîn xwedî roleke pêşeng bû di xebatên Çandê de û ji hemû jinên kurd taybet TEV-Çand'ê re bû mînaka berxwedanê, em ê jî heya dawiyê rêya wan bidomînin, hesret û xeyalên wan pêk bînin."

Şahî bi stran û gerandina govendê bidawî bû.

(rd/hs/rc)