Li Hêne bêhindan û hevdîtina jinan li rawestangihê ye
12:27
JINHA
AMED - Li Hêne rawestgeha jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dest bi xizmetê kir. Li westangihê pewîstiyên jinan ên wek xwarin, çay û amadekariyên nimêzê tên pêşewazîkirin û jin bi hev re dikevin nava dan û sitandinê.
Ji aliyê Şaredariya navçeya Hêne ya Amedê ve ji jinan re rawestgeha teybet hatiye vekirin. Li rawestegiha ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatî vekirin, pêdiviyên jinan ên weke çay, şîradana zarokan, xwerin, pêdiviyên nimêjê û hemu pewistiyên jina hatine fikrandin. Hevşaredara Hênê Nevin Oktay got ku soza wan ji jinan re daye anîn cih û wiha dom kir: "Me bi çêkirina vê rawestgehê xwest hem jin bêhna xwe vekin û hem bi hevre sohbet bikin." Nevin bilêv kir ku di dema hilbijartinê de jinan herî zêde daxwaza rawestgehê dikirin û wiha pedê çû: "Me jî xwest em daxwaza jinan bînin cih û soza ku me ji wan re dayî bînin cih. Jin ji rawestangiha ku me çekirî memnun in."
Nevin desnîşan kir ku di rawestangiha ku çêkirine de pewistiyên jinan hemu tên pêşewazî kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gava jin diçin navenda bajêr, bazarê û dema li benda wesayîtan disekinin tên westangihê. Jin berê neçar diman li derve di runiştin û teybetî êdî jin keyfxweş dibin, ji ber dikarin êdî bi rehetî runin, nimêja xwe bikin û pêdiviyên xwe dabîn bikin. Li rawestengehê êdî astengiya av û xwarinê nayê jiyan kirin. Rojên duşem, în û yekşeman rawestangih pir dibe qerebalix dibe. Em weke şaredarî çi ji destê me tê em ê ji bo jina bikin. Ji bo jinan gelek projeyên me hene, em ê di dema peşiya me de bixin meriyetê."
Nevin dawî de got ku ewê ji bo jinan mala şînê jî vekin.
(dt/zt)