Li Şirnexê topbarana giran
12:30
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê li gel bombebaranê qadên xwerêveberiyê bênavber ji aliyê wesayîtên zirxî ve tên gulebarankirin û li gel vê di navbera endamên YPS-YPS-JIN'ê û tîmên taybet ên hewldan têkevin taxan pevçûnên dijwar qewimîn. Li bajêr pevçûn bi awayekî dijwar didomin.
Li Şirnexê ev 58 roj in li hemberî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê didome. Li bajêr bi bombebarana duh şevê re heta danê sibehê pevçûn domiyann. Hêzên dewletê bi çekên giran li hemberî taxên Yenî, Bahçelîevler, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê dest bi êrîşeke dijwar kirin. Tax bi çekên giran ên li ser wesayîtên zirxî hatin bicihkirin bênavber tên gulebarankirin û li gelek deverên bajêr bi awayekî dijwar pevçûn rû didin. Nemaze li taxên wek Yenî û Bahçelîevlerê, tîmên taybet ên dixwazin têkevin taxan, rastî berxwedana endamên YPS-YPS-JIN'ê tên.
Li bajêr ji ber teqîn û pevçûnan, derbareyê encama pevçûnan de agahî bi dest neketin. Li gel vê gelek ambulansên ku sewqî cihên pevçûnan kirin, ber bi 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan ve çûn.
Her wiha tîmên taybet ên li ser avahiyên bilind bicihbûne jî êrîşî taxên Yenî, Bahçelîevler û Cûmhûriyetê dikin.
Li bajêr li gel liv û tevgera hewayî, pevçûn bi awayekî dijwar didomin.
(kom/zt)