Jinên Şirnexê: Em ê di her şert û mercan de rêxistin bibin
13:08
JINHA
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê ji ber polîtîqayên şer ên dewletê neçar mane ji malên xwe derketine lê Şirnexe terk nekirine gotin: Çiqas dewlet jiyana me teng bike jî em ê dîsa li ser axa xwe bi rêxistin biibn û jiyanê avabikin."
Gelê Şirnexê ji ber polîtîqayên dewletê yên şer neçar men malên xwe bi terikenin û niha jî di konên ku li zozanan vedane de jiyana xwe berdewam dikin. Gel li cihên xwezayî bi hev re ji bo pêwistiyên xwe yên jiyanî pêk bînin li erdên vala çandiniyê dikin. Jinên Şirnexê bi hevpariya çandinê çanda piştevaniyê zindî dikin û di heman demê de jî jiyana komînal di huni in. Ji jinên di nava xebatên çandiniyê de cîh digire Kevser Kulter got ku dewlet li ser navê 'qedexeyê' cihê jiyana wan tang dike û wiha got: "Dewlet deverên ku em bêhin digrin teng dike. Lê em her deverê dikin cihê jiyan û rêxistinê."
'Çanda piştevaniyê çêdibe'
Kevser a ku axa xwe ya li ser hatî dinê neterikandî li nêzî Şirnexê kon vedaye û di kon de dijî. Kevser diyar kir ku ew ê hemu qadan bikin deverên bên jiyandin. Kevser da zanîn ku dewletê ew ji axa wan bi zorê derxistine û ji bo neçin metrepolan nêzî Şirnexê kon vedane û wiha dom kir: "Em jin li nava zeviyan dixebitin û pewistiya xwe ya zebzeyan bi vî rengî pêk tîn in. Em jin demên xweş derbas dikin û di heman demê de jî di nava alîkarî û piştevaniya de ni in. Em nayên lîstokên dewletê. Dewlet bi lîstoka dixwaze me ji Şirnexê derxe. Lê em nayê lîstokên dewletê. Li ser vê axê nirxên me hene. Em Kurd li hember hemu zehmetiyan jiyanê ava dikin. Me serî li hemberî dijminan netewand. Em ê tucar dev ji axa xwe bernedin."
'Em bi hev re dixebitin'
Ayşe Katar a li di nava jinên çandiniyê dikin de dixebite jî bilêv kir ku ew naçun metrepolan û wê li ser axa xwe jiyana xwe berdewam bike. Ayşe ji bo ji Şirnexê durnekevin li erdê vala kon vedane û pewistiyên rojane li zeviyên nêz diçînin. Ayşe destnîşan kir ku dewlet polîtîqayê qirakirinê ser wan dixe dewre û wiha dom kir: "Dewlet bi van kirinan dixwaze me goçberî bajarên cuda bike. Li Kurdên ku çûne bajarên Tirkiyê keda wan tê mêtîngerkirin. Ev jî lîstokên dewletê ku li ser Kurdan dide meşan dine. Me ji ber vê axa xwe berneda. Em jin bi hev re her roj diçin nav zeviyan. Jin bi hev re zebzeyan diçînin."
(dt/zt)