Li cihê ku Ceren hatî qetilkirin banga raperînê heye
13:49
JINHA
ENQERE - Jinan ji bo Ceren Baran (20) a ku şevê din ji aliyê Polîsê Tevgerên Tabet ve li Kolana Konur ve hatî qetilkirin, dest bi nobeta jiyanê kirin û gotin "Em ê dev ji jiyanê bernedin" û banga raperînê li jinan hat kirin.
Şevê din li Enqerê li Kolana Konurê Polîsê Tevgerên Taybet Batuhan Hergûl, bi çekê Ceren Baran a 20 salî qetil kir. Batuhan piştî ku Cerenê qetilkir ew jî li cihê bûyerê întîhar kir. Jinên ku bertekê nîşanî qetilama jinan dan û li cihê ku Ceren lê hatî qetilkirin dest bi nobeta jiyanê kirin. Jinên ku dibêjin "Em dev ji jiyanê bernadin" bang li tevahî jinan kirin ku hember qetilîama jinan, tacîz û tecevûzan dakevin kolanan û raperîn bikin kirin. Yek ji çalakvanên nobeta jiyanê Nebiye Merttûrk diyar kir ku li Kurdistanê polîs bedena jinan tehşîr dike û bi heman zîhniyetê polîs tê Enqerê tenê ji ber dexwazê wî redkiriye di nava kolanê de qetil dike.
'Em ê vê jiyanê radestî kojer û tecavûzkaran nekin'
Nebiye got, "Em li hember zîhniyeta qetlîamê têdikoşin. Li vî welatî ne cînayetê jinan qetilama jinan heye. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Divê tevahî jin li hember vê yekê derê kolanan û raperînê bikin. Ji ber ev jiyan ya meye. Em ê vê jiyanê radestî kojer û tecavûzkaran nekin."
'Li her derê destê dewletê bi xwîne!'
Elîf Karaalp jî got, "Destê dewletê li her derê bi xwîne û şidetê pêk tîne. Li vî welatî cînayetên jin û transan dawî lê naye. Pergalek yê ku hesabê naxweze li holê heye. Li hember jinan her dem gotinên neyînî tê kirin. Divê wek jin em dest bidin destê hev êdî. An wê dawî li kuştinan neyê. Divê bi aweyek bi hêz em çalakiyên xwe pêk bînin."
'Li Tirkiyê meclîsa jinan tê wateyê têkoşîna jinan'
Ji Şêwirmenda Jinan a Narê Ekîn Akyaz jî destnîşan kir ku li Kurdistanê bedena jinan tê teşîr kirin û hedef girtin û wiha got, "Qetilama ser jinan bi şîdeta desthilatdariyê berdewam dike. Pêwîste têkoşînek hevpar bê dayîn. Ceren Baran ji ber şîdeta mêr û polîs hat qetilkirin. Li Tirkiyê her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Têkoşîna me ji bo hevpariya jinan wê bidome. Ji ber li Tirkiyê meclîsa jinan tê wateyê têkoşîna jinan rêvebirine."
(rc)