Turgay û Cîhat ligel hev hatin oxir kirin

14:23

JINHA

AMED- Cenazeyê Cîhat Morgul û Turgay Gîçrek yê li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dan û piştî mehan şûnde cenazeyê wan hat teşhîskirin, hatin definkirin. Dayika Turgay li ser gora kurê xwe got ‘min herî dawî hestiyên te dîtin, gorek te heye’ û lorand.

Li navçeya Sura Amedê ku di bin dorpêçê de bû, Cîhat Morgul û Turgay Gîrçek di êrîşekê de jiyana xwe ji dest da bûn û cenazeyên wan ji piştî mehan şûnde ji aliyê malbatê wan ve hatin teşhîskiirn. Cenazeyê Cîhat û Turgay li Tipa Edlî ya Dîlokê hatin teşhîskirin û anîn Amedê. Kadriye Morgul û Makbule Gîrçek ku ev 4 meh bûn hestiyên zarokên xwe dixwestin, îro zarokên xwe ligel hev defin kirin. Cenaze li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin. Ligel malbatê parlamentera Amedê ya HDP’ê Feleknaz Uca, MEYA-DER, dayika Rozerîn Çukur ya li Sûrê hat qetilkirin, Fahriye Çukur û dayikên cenazeyên xwe dixwazin beşdar bû. Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên ‘şehîd namirin’, ‘bê serok jiyan nabe’, ‘bijî YPS’, hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze hatin definkirin û çerxa şoreşê hat xwendin. Dayika Rozerîn Çukur, Fahriye got: “Bila serê me bilind be, wê têkoşîna me bidome. Şehîd namirin’.

Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle diyar kir ku ev 4 mehe li bende cenazeyane û got dayik ji bedena bê can a zarokên xwe bigirin rondikan dibarînin. Ayşe got bila her kes bizane ku gelê Kurd bi mirinê naqede, rêya wan rêya me.

‘Bila serê gelê Kurd sax be’

Bavê Turgay, Murat Gîrçek jî axivî û got: “Bila serê gelê Kurd, serê Abdullah Ocalan sax be. Ev zarok ji bo vê têkoşînê şehîd ketin. Bila kes wan jibîr neke. 4 kurê min hene, her çaran jî di vê rê de feda dikim.
Bavê Cîhat Morgul, Cahît jî got: “Ger em winda bikin, emê dîsa vejîn, lê ew winda bikin, dawiya dîktatoriya wan tê.

Piştî merasîmê jinan hine danî ser gorên wan.

Li aliyê din jî wê saet di 15.00’an de cenazeyê Gunduz Akmeşe ku li Sûrê jiyana xwe ji dest da bê definkirin.

(hu)