Leşkerên Tirk jinek birîndar kir
15:48
JINHA
EFRÎN- Mereh Salim yek ji hemwelatiyên bajarê Reqayê ye, ev du heftî ne ku bi malbata xwe re koçberî Ezazê bûye. Îro dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliye leşkerên Turk ve bi guleyekê ji linge xwe yê çepê ve birîndar bû.
Hîn jî mirovên ku bi destê leşkerên Turk ve li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de tên birîndarkirin û kuştin hene. Îro careke din leşkerên Turk jinek ji bajarê Reqayê bi guleyên xwe birîndar kirin.
Hemwelatiya ji bajarê Reqayê Mereh Salim ev 15 roj in ku bi malbata xwe re koçberî Ezazê bûye, îro dema xwestin derbasî Turkiyê bibin, di saet 4 sibehê de û li gundê Korê Mezin ê Bakur nêzî Navçeya Bilbilê bi guleyên dewleta Turkiyê ji linge xwe yê çepê ve birîndar bû. Mereh bi alîkariya hevjînê xwe di saet 6'ê sibehê de gihişte nexweşxaneya Afrîn. Hate zanîn ku Mereh bi temenê xwe 23 salî ye.
Li gorî agahiyên bijîjkan tenduristiya Mereh heya niha baş e.
(fr/hs/rc)