Dayikên Aştiyê 'Nobeta Aştiyê' berdewam dikin
16:06
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê yên cara 27'emîn li ber Qesra Dolmabahçeyê hatin gel hev, daxwazên xwe yên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû ve pêkanîna Mutabakata Dolmabahçeyê dubare kirin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê di baregeha çalakiyên xwe yî ji bo pêkanîna azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dubare vegera Mutabakata Dolmabahçeyê di hefteya 27'emîn careke din li ber Qesra dolmabahçeyê hatin gel hev. Dayikan di çalakiyê de pankartên bi kurdî û tirkî yên wek "Dê dayik destûrê nadin şer" û "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hat rakirin ji nûve bê avakirin", "Em dayik in, kurd in, tirk in, laz in, çerkez in, ereb in lê em dayik in" vekirin.
'Ziman, dîn, nîjad û rengê dayikê tune ye'
Ji Dayikên Aşitiyê Sûltan Bozkûrt di çalakiyê de axivî û wiha got, "Ji ber em dubare daxwaza destpêkirina pêvajoya aşitî û muzakereyê dikin em nobeta xwe yî li vir didomînin. Lewra em êdî ji cenaze û agahiyên neçê aciz bûn. Êdî em naxwazin vana bibihîsin. Bangawaziya me her di vî warî de ye."
Sûltan diyar kir ku yên herî zêde tesîrê ji şerî digirin dayik û zarok in û wiha got, "Dema ji dayikekê bipirsin û bêjin 'Tu cîhaneke çawa dixwazî?' dê ew dayik bibêje, 'Ji bo zarokan ez cîhaneke bêyî şer û mişt bi demokrasî dixwazim.' Ziman, dîn, nîjad û rengê dayikê tune ye. Hemû êşên dayikan heman êş in. Bila şer rawesta û êdî em naxwazin bila cenazeyê zarokên me neyên. Ez li hemberî hemû cenzayea me. Bila aşitî pêk bê, lewra em ji bo aşitiyê tu carî ne bêhêvî ne. Dê helbet aşitî were, lê bila di demeke kurt were, da bila bes kes bimirin."
Piştî axaftinan Dayikên Aşitiyê dest nîşan kirin ku heta daxwazên wan pêk bên ew dê çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin û bi vî awayî dawî li çalakiya xwe anîn.
(zt)